Newroz li Bremenê hate pîrozkirin

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê li hev civiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, koma 'Zarokên Aramê Tîgran' derket ser dikê.

Nûnerê PYD'ê Şervan Kobanê li çalakiyê axivî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her kesî pîroz kir.

Kobanê bal kişand ser pêngava Dêra Zorê û ji bo greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tê kirin, banga xwedîderketinê kir.

Di şevê de ku gelek hunermend tevlî bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Piştî axaftinan Îbo Qamişlo skêçeke kurt nîşan da. Hozan Dîlan, Koma Hezex, Deza Amed û Seyda Perînçek derketin ser dikê.