Nesîn û Onderoglu: Em piştevaniyê xurt bikin
Ahmet Nesîn û Erol Onderoglu ku bi parêzerên OHD’î re hevdîtin pêk anîn, banga xurtkirina berxwedanê kirin.
Ahmet Nesîn û Erol Onderoglu ku bi parêzerên OHD’î re hevdîtin pêk anîn, banga xurtkirina berxwedanê kirin.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz( OHD) Pinar Konak û Ahmet Baran bi berdevkê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyê, Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesîn re, ku ji ber sedema rêveberiya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn û ew girtibûn û avêtibûn Girtîgeha Metrîsê, hevdîtin pêk anîn.
Parêzerên ku piştî hevdîtinê li ber girtîgehê daxuyanî dan, peyama Onderoglu û Nesîn parve kirin. Parêzeran gotin ku moralê Onderoglu û Nesîn pir baş bûye û slavên xwe şandine ji bo hemû kesên ku li wan xwedî derdikevin.
PEYAMA NESÎN Û ONDEROGLU
Peyama ku Nesîn bi rêya parêzeran şandî wiha ye: ‘’Ev girtina me komîk e. Bi van rê û rêbazan em dest ji daxwaza aştî û demokrasiyê bernadin. Em ê neşikin. Azadî girîng e û kesên ku ev girtin kirin nikarin vê fêhm bikin. Sedema van hemû tiştan nezaniya demokrasiyê ye. Ev pêvajoyeke, hikûmeta rista xwe ya ku li xwe fesidandiye pêk tîne û em ê jî rista xwe pêk bînin. Di çav dewletê de ‘’hemwelatiyên ne maqûl’’ hene. Em ê jî maqûlnebûna xwe bidomînin.
Peyama Onderoglu jî wiha ye: ‘’Bi salan e ku têkildarî van girtinên derhiqûqî min nivîs lêkirin. Vê carê jî ez pê re hevrû bûm. Lê nikarin min çavtirsandî bikin. Em ê têkoşînê bidomînin. Di rewşê wiha de mirov divê piştgiriyê xurt bikin.’’