Nerazîbûnên li dijî komkujiya Geverê berdewam dikin

Nerazîbûnên li dijî komkujiya Geverê berdewam dikin

Li dijî komkujiya li Geverê ku Mehmet Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bêmal Tokçu yên ji aliyê polîsan ve hatin kuştin li 9 bajaran çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de li Wan, Erdiş, Qelqelî, Gole, Salîhli, Dêrsim, Xerpêt, Stenbol û Amedê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
GEVER
Li ber Otela Oslo ya Geverê, girseya ku li hev kom bû, konê li taxa Kişlayê Geverê hatiye vedan ziyaret kir. Koma ku li ber Otela Oslo li hev kom bû, bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK intikam" gotin.
ERDÎŞ
Li navçeya Erdişa Wanê jî Nûnertiya Egîtîm Sen'ê bi heman armancê li Parka Zilanê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveberên BDP, KURDÎ-DER'ê amade bûn. Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Nûnerê Egîtîm Sen'ê Îlhami Tekîn daxuyanî da û kuştin şermezar kir. Komê piştî daxuyanî da çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk anî û belav bûn.
QELQELÎ
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî bi heman armancê di pêşengiya BDP'ê de bi boneya kuştina 3 welatiyan şermezar bike, li ber avahiya BDP'ê daxuyanî hat dayin. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên din amade bûn. Komê bê navber duruşmên "Bê Serok jiyan na be", "Her der Gever her der berxwedan", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" gotin.
Komê bê navber alên PKK û posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Komê piştî demekê li kolanên Ataturk û Îstasyonê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.
GOLE
Li navçeya Goleyê ya Erdexanê jî bi heman armancê di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya navçeyê de li qada Hapanê çalakî hat lidarxistin. Gelek welatiyên li hev kom bûn, daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin.
WAN
Şaxa MAZLUMDER'ê ya Wanê nûnerên Platforma Şaxan a KESK'a Wanê, ÎHD, û gelek saziyên din jî bi heman armancê li hev kom bûn û li ber avahiya ÎHD'ê civina çapemeniyê pêk anîn.
DÊRSIM
Komeleya Xwendekarên Azad ên Dêrsimê (DO-DER), jî bi heman armancê li kampusa Aktulukê ya Dêrsimê çalakî pêk anîn. Komê di çalakiyê de bê navber siloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" gotin. Li ser navê koma DO-DER'ê Ferhat Guven, daxuyanî da û komkujî şermezar kir.
XERPÊT
Li navçeyên Kovancilar û Qereçopanê yên Xerpêtê jî dibin pêşengiya BDP'ê de biheman armancê çalakî hatin lidarxistin.
STENBOL
Dayikên Aştiyê yên Stenbolê jî bi heman armancê li avahiya komeleya xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de li ser navê dayikan Guler Bugday, axivî û kuştina welatiyan a ji aliyê polîsan ve şermezar kir.
AMED
Li Amedê jî endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) bi heman armancê çalakî pêk anîn û qetilkirina 3 welatiyên li Geverê şermezar kir.
SALÎHLİ
Li navçeya Salihli ya Manîsayê jî di pêşengiya BDP'ê de çalakî hat lidarxistin. Koma ku li avahiya BDP'ê kom bûn daxuyanî dan û kuştina 3 welatiyan şermezar kir. Nûnerên partiyên din û komeleyên civakî ji amade bûn.