Nerazîbûnên BHQ’iyan bi heman bersivê hatin redkirin!

Îtirazên kedkarên cemaweriyê yên ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve bi hinceta ‘girêdayî rêxistinê’ ne ji kar derxistibûn, bi heman hincetê hatin redkirin.

Piştî ‘Hewldana Darbeyê’ ya 15’ê Tîrmeha 2016’an 5 roj şûnde li gel ragihandina Rewşa Awarte, 26 Biryarnameya di Hikmê Qanûna de (BHQ)  hatin weşandin.  Bi 26 BHQ ên hatin weşandin nêzî 200 hezar kedkarên cemaweriyê bi awayekî bê hiqûqî ji kar hatin derxistin. Ev kes ji gelek mafên kar ên li welat û derveyî welat hatin mehrûmkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn ev rewş bê neheq dît, 24’ê Kanûna 2019’an têkildarî ‘tedbîrên zêde bên rakirin’ rêya darazê vekirî hişt, rêya îtirazê vebû. Piştî vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn û şûnde, bi deh hezaan kesên bi BHQ’ê ji kar hatin derxistin, dest danîn ser pasaportên wan, qedexeya dervey welat, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Wezareta Karê Hundir dan.

Komîsyona Lêkolînê ya Wezareta Karê Hundir a serlêdanên hatine kirin dinirxîne û bersiv dide, hata niha ji bo hemû serlêdanan bersiva na daye.

Têkildarî mijarê Serokê Şaxa TUM BEL-SEV a Wanê Şukru Kaçici diyar kir ku bi sedan endamên girêdayî sendîkaya wan ji bo serlêdanên wan ên têkildarî ‘tedbîrên zêde bên rakirin’ jî hemû bersiva na hatine dayîn. 

Kaçici anî ziman ku bi 100 hezaran mirov bê hiqûq ji kar û barên xwe bûne, anî ziman ku ev helwesta bêhiqûqî hê jî didome.

Kaçici destnîşan kir ku herî dawî ji bo serlêdanên endamên sendîkaya wan a ji bo rakirina tedbîrên zêde hemû bi rêbaza kopya-save heman bersiv hatiye dayîn. Kaçici diyar kir ku divê demildest dev ji vê pêkanînê bê berdan.