Nerazîbûneke tund nîşanî biryara Fransayê hate dayîn

Wezareta Karê Derve yê Fransayê duh notek ji sazî û dezgehên çapemeniyê re şand û di notê de diyar dike ku ‘Nûçegîhanan neşînin Sûriyeyê’. Rojnamegeran nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê dan.

Wezareta Karê Derve ya Fransayê duh notek ji sazî û dezgehên çapemenî û medyayê re şand û di notê de diyar dike ku bila nûçegîhan Gûtaya Rojhilat û Efrîn di serî de neçin Sûriyeyê. Di heman notê de tê diyarkirin ku rojnamegerên ku heke dixwazin biçin divê têkildarî çûn û hatine divê li gorî şertên hiqûqî ‘welatên cînarên Sûriyeyê’ tevbigerin.

Di bernameyeke radyoya Franca Interê de jî bersiveke tund ji vê daxwazê re hate dayîn. Di bernameya radyoyê de têkildarî nota ku tê xwestin ji Tirkiyeyê nûçe werin şopandin nerazîbûneke tund hate dayîn.

JI TIRKIYEYÊ DESTÛRÊ BIXWAZIN

Di şîroveya radyoyê de ev tişt hate gotin, “Gelekî baş e! Tekane tişta ku divê em bikin, em li gorî rêveberiya Tirkiyeyê tevbigerin! Bi formalîteyeke hêsan a ku wekî mirov têkeve girtîgehê yan jî dersînor bibe. Gelek kesên ku ji Sûriyeyê nûçeyan çêdikin, ji neçarî divê ji Tirkiyeyê derbas bibin, lê ev welat ji bo rojnamegeran bûye girtîgeheke mezin. Tirkiye dixwaze çi bike? Tirkiye jî zilmê li ser Kurdan dike û dixwaze Efrînê bi dest bixe. De ka biçin ji Tirkiyeyê re vî tiştî bibêjin û ji bo ragihandina vî tiştî ji Tirkiyeyê destûrê bixwazin…”

WEKÎ KU MIROV JI NAZIYAN DESTÛRÊ BIXWAZE

Ji bo vê biryara wezaretê mînaka Naziyan hate dayîn.

Di bernameyê de hate gotin heke ev tişt pêk were wê ji Ukrayna, Çeçenistan, Çernobil, Venezuela, Îran, Misir û Sûdanê tu agahî neyên bidestxistin. Di bernameyê de rojnamegerekî qala operasyona Normandiyayê ya Elmanyayê ya di sala 1944’an de kir û bi hîkehîk “Gelo çima şopandina vê operasyonê ji Elmanyayê destûr neyê xwestin?”