Nerazîbûna li hemberî hewldanên ajankirinê yên li Hambûrgê
Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanya ye, li hemberî Kurdan di nava hewldanên ajankirinê de ye. Nerazîbûnên li hemberî van hewldanan jî zêde dibin.
Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanya ye, li hemberî Kurdan di nava hewldanên ajankirinê de ye. Nerazîbûnên li hemberî van hewldanan jî zêde dibin.
Derket holê ku Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanya ye, di dema dawî de hewldanên ajankirina Kurdan zêde kiriye. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Hambûrgê Hatîce Kaya diyar kir ku gelek endamên wan li hemberî van zextan helwest nîşan dane.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanyayê ku di dema dawî de li pêşberî çeteyên selefî û rastiyan bêçare maye, di mehên dawî de ji bo ajankirina Kurdan seferber bûye. Hevseroka NCDK Hatîce Kaya nerazîbûn nîşanî van zextan da û diyar kir ku wan di hevdîtinên xwe yên bi hikûmeta eyaletê, parlament û rayedarên polîsan re xwestine, ku dawî li van pêkanînan were anîn. Kaya da xuyakirin ku rayedarên dewletê yên dixwazin agahiyan li ser xebatên siyasî û civakî yên Kurdan agahiyan werbigirin, dikarin serî li nûnerên fermî yên saziyên Kurd bidin û destnîşan kir, ku rewşeke bêwate ye ku li kolanan, li malan û cihên kar zext û pêşniyara ajantiyê li endamên wan tên kirin.
GEF Û SOZ
Li gorî vegotinên Kurdên rastî zexta sîxuriyê hatin, endamên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, di xebatên xwe yên sîxurkirinê de serî li heman rêbazê didin. Endamên îstîxbaratê hewl didin li cihê kar, mal an jî kolanan têkiliyê bi kesê dixwaze bike ajan re deynin û xwe weke 'Ferfassungsschutz' (Weke MÎT a Tirkiyeyê) didin naskirin û bi vî rengî dixwaze li ser hin mijarên Kurdan eleqedar dikin, biaxivin. Piştî axaftinan, rêbaza ajankirinê dikeve dewrê. Endamên rêxistinê mirovan ji nuqteyên gel ên mirovan zevt dikin û hewl didin bi vê rêyê mirovan bikin sîxur. Endamên îstîxbaratê, ji bo vî şexsî bitisîne jê re dibêjin ku ew der heqê wî/ê de her tiştî dizane. Li aliyê din bi sozên dayîna welatîbûna Elman û sûdwergirtina ji mafên civakî, hewl didin mirovan bixin nava xefika xwe.
EDER: BI WAN RE NEAXIVIN
Parêzer Brîtta Eder a ku endamên NCDK'ê yên sîxurî red kirine serî li wê dan anî ziman ku berhevkirina agahiyan ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ve qanûnî ye, lê di heman demê de redkirina agahîdayînan jî qanûnî ye. Eder diyar kir ku erka lêgerîn an jî girtinê ya rêxistina îstîxbaratê nîne û da zanîn, ku divê mirov karibin bi hêsanî nerazîbûna xwe nîşanî van kesan bidin. Eder got, "Bi wan re neaxivin. Dema li nava kolanan hewl dan bi we re têkiliyê deynin, hûn dikarin bi dengekî bilind jê re bêjin, ku naxwaze bê acizkirin. Nûmarayên xwe yên telefonê nedin. Ne pêwîste ku hûn li pêşberî endamên îstîxbaratê nêrînên xwe yên siyasî biparêzin. Ji ber ku ji xwe bi van dizanin."
OZDEMÎR: LI ŞÛNA KURDAN BILA LI HEMBERÎ KOMÊN ÇETE TEDBÎR WERIN GIRTIN
Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî diyar kir ku ew fêm nake bê çima Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn giraniyê dide ser Kurdan. Ozdemîr a ku li ser rêxistinbûyîna cîhadperestan a li Hambûrgê gelek caran pêşnûmepirs pêşkêşî senatoyê kiriye got, "Divê dest ji krîmînalîzekirina Kurdan were berdan. Pêwîste li hemberî rêxistinên çete yên cîhadperest ên li dijî demokrasî û mirovan e, tedbîr werin wergirtin." Ozdemîr ji dewleta Elmanya xwest ku van polîtîkayên xwe tavilê biterikîne.