Çend roj beriya pêkhatina 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, Rêxistina Parastian Destûra Bingehîn ku îstîxbarata navxweyî ya Elman e û polîsên bajarê Kolnê ketin nava hewldanên astengkirinê. Li ser vê yekê, di nava 24 saetên destpêkê de 250 hezar kesî nerazîbûn nîşanî vê astengiyê dan. Gelek partiyên siyasî, sazî û rêxistinan, mesajên piştgiriyê ji organîzatora festîvalê NAV-DEM'ê re şand.
Bi dehan rêxistinên pêkhateyên HDK-A, ABDEM û Yekîtiya Hêzê, partiyên siyasî yên Elman, rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan, hewldana qedexeyê ya polîsan şermezar kirin.
PARTIYA ÇEP: DIVÊ HEWLDANÊN ASTENGKIRINÊ BI DAWÎ BIBIN
Hevseroka Partiya Çep (Dîe Lînke) Katja Kîppîng ji rojnameya Neues Deutschland re axivî û bi zimanekî tund astengiya polîsan a li pêşiya festîvalê rexne kir. Kîppîng got, "Ev nêzîkatiya daîreya ewlekariyê ya Elman, rejîma AKP'ê xurt dike" û wiha dewam kir: "Ev biryar ne ji ber fikara li ser ewlekariya mrovan hatiye girtin. Ev biryar, di çarçoveya peymana li ser penaberan de 'xizmetek ji bo Erdogan ê hevpar e'. Hê beriya çend rojan bi deh hezaran neteweperest û olperestên tund li navenda Kolnê bi rehetî meşiyan, piştgiriya xwe ya ji bo dîktatorekî nîşan dan û bi rengekî vekirî, hindikahî tehrîk kirin. Lê niha festîvala aştî, azadî û demokrasiyê, ku wê bi deh hezaran Kurd û Tirkiyeyî tevlî bibin, ji aliyê polîsê Elman ve tê astengkirin. Ev rewş nîşan dide ku hevkariya bi Erdogan re tê kirin, çiqasî zerar daye demokrasiya li welatê me. Divê ev rewş ji holê were rakirin."
Berdevka Partiya Çep a Eyaleta NRW Ozlem Demîrel jî got, "Astengkirina festîvalê, ne tenê helwesteke nebaş û zexta polîsan e. Di heman demê de Midûrê Emniyetê Mathîes, argumanên Konsolosxaneya Tirk yek bi yek bi kar anî û bi vî rengî nîşan da ku dûrî Destûra Bingehîn a Elman e, lê hîn bêhtir nêzî Erdogan e. Krîmînalîzasyona li hemberî Kurdan êdî li Elmanyayê di asteke giran de ye. Divê derhal bê bidawîkirin."
KESK, SPD Û MLPD: DIVÊ EM LI DIJÎ NEHEQIYÊ DERKEVIN
Li ser navê Partiya Keskan Seroka Koma Kolnê Kîrsten Jahn û Sekreterê Komê Jorg Frank daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Argumanên ku polîs bi kar tînin, nîşan didin ku polîs alîgir e. Alîgirên Erdogan ên Îslamîst-neteweperest, ji bo lîderê xwe û bilêvkirina daxwaza îdamê, li Kolnê meşiyan. Lê Kurdên li vê derê dijîn ên bûn hedefa zextên giran ên rejîma Tirk, nikarin çalakiyekê lidar bixin. Ev astengî ji aliyê alîgirên Erdogan ve weke serketinekê tê pîrozkirin. Eşkere ye ku neheqiyek heye. Divê em bi awayekî vekirî li dijî vê neheqiyê derkevin."
Partiya Marksîst Lenînîst a Elman (MLKPD) jî astengkirina festîvala çanda Kurd ji aliyê polîsan ve şermezar kir û got, "Em dixwazin Kurd bi rengekî bê astengî festîvala xwe li dar bixin." Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna Kurdan a li Rojava li dijî terorîzma DAIŞ'ê tê meşandin û hat xwestin, qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.
'ERKA POLÎSAN PARASTINA QADA ÇALAKIYÊ YE, QEDEXEKIRIN NÎNE'
Li ser navê Komitee fur Grundrechte und Demokratie (Komîteya Demokrasî û mafên Bingehîn) jî Elke Steven daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Vê carê jî 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wan aciz dike. Balkêş e; li ser navê Erdogan Konsolosxaneya Tirk jî xwestibû ev çalakî bê qedexekirin. Divê piştgiriya demokratîk ji Kurdan re bê dayîn. Divê em mafê wan ê azadiya vegotin û kombûnê biparêzin."
NAV-DEM: AMADEKARIYÊN ME DEWAM DIKIN
Di vê navberê de rayedarên NAV-DEM'ê yên festîvalê organîze dikin dan xuyakirin, ku ji bo festîval bi rengê hatiye plankirin di 3'ê Îlonê de li Kolnê were lidarxistin, amadekariyên wan dewam dikin. Rayedarên NAV-DEM'ê diyar kirin, hewldanên wan ên siyasî, dîplomatîk, qanûnî û hiqûqî her dewam in û ji gelê Kurd û dostan xwest, amadekariyên xwe ji bo kombûna herî bi heybet zêde bikin.
DI 24'Ê TEBAXÊ DE WÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ WERE LIDARXISTIN
Rayedarên NAV-DEM'ê her wiha dan zanîn, ku wê bi beşdariya nûnerê partiyên siyasî, sazî û rêxistinên bi wan re tevdigerin, di 24'ê Tebaxê roja Çarşemê saet di 11:00 de li Kolnê civîneke çapemeniyê lidar bixin.