Nelson Mandela ji nexweşxaneyê derket

Nelson Mandela ji nexweşxaneyê derket

Hat ragihandin, lîderê efsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela, piştî demeke dirêj a dermankirinê ji nexweşxaneyê derket û vegeriya mala xwe ya li Johannesburgê.

Li gorî daxuyaniya ji Serokdewetiya Efrîka Başûr hat dayîn, rewşa tenduristiyê ya Mandela "krîtîk e lê stabîle" lewma wê li mala xwe di bin çavdêriyê de be. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mala Mandela ya li Houghtonê li gorî çavdêriyeke lezgîn a dermankirinê hatiye rêkûpêkkirin û Mandela wê li mala xwe jî di bin çavdêriya heman ekîba tenduristiyê de be.

Nelson Mandela yê 95 salî, ji be enfeksiyona pişikê roja 8'ê Hezîranê rakiribûn nexweşxaneyek li Pretoria.

Pirsgirêkên li pişika Mandela, ji salên girtîmayî yên li Roben Islandê tê. Mandela ku li Roben Islandê tuberkuloz derbas kiribû, ji Kanûna sala 2012'an û vir ve 4 caran rakirin nexweşxaneyê.