Nelson Mandela hat veşartin

Nelson Mandela hat veşartin

Lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela li gundê lê ji dayik bûye bi merasîmekê hat veşartin.

Lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela ê hefteya bihurî jiyana xwe ji dest da, li gundê Kûnû yê lê ji dayik bûye, hat veşartin.

Ji bo Mandela yê duh nîvro cenazeyê wî anîn cihê bav û kalên wî, li gorî kevneşopiya kabîleya Korsa merasîmek hat lidarxistin.

Li ser daxwaza malbata Mandela, çapemeniya navneteweyî di merasîmê de cih negirt. Merasîm ji sê qonaxên mal, konê protokolê û goristanê pêk hat. Di qonaxa duyemîn de di merasîma li konê protokolê de destpêkê sirûda Afrîka Başûr hat xwendin. Li kursiyê, ji bo temsîlkirina temenê Mandela 95 find hat vêxistin.

DÊ WEKE RONAHÎ RONÎ BIKE

Li ser qada merasîmê 6 jetên Hêzên Hewayî yên Afrîka Başûr firiyan, 3 balafirên leşkerî jî ala Afrîka Başûr li ser qada merasîmê gerandin.

Serokkomarê Afrîka Başûr Jacob Zûma li merasîmê peyivî û got, "Tuyê weke ronahiyekê bimîne û timî me ronî bike." Zûma di dewama axaftina xwe de ji Mandela re peyivî û got, "Mirovê mezin û dilnizm, emê her tim nebûna narîniya kenê te, eşq, hezkirin û taybetmendiyên te yên lîderiyê, hîs bikin. Afrîka Başûr dê her tim mezinbûna xwe dewam bike, ji ber ku em naxwazin bendewariyên de bêbersiv bimînin. Rêwîtiya te ya dirêj a di rêya azadiyê de bi dawî bû. Lê rêwîtiya me dewam dike. Tuyê, ji bo pêkhatina xewnên Afrîka Başûr her tim rêber be."

JI HEVALÊ WÎ YÊ DEMA GIRAVA ROBBENÊ AXAFTINA HESTEWAR

Hevrêyê Mandela yê di girava Robbenê de bi hev re girtî ma Ahmet Katharada jî axaftineke hestewar kir. Kathrada behsa têkoşîna Mandela ya li dijî rejîma Apartheîdê kir û "hezkirin, paqbûn, mirovahî û wêrekiya wî" vegot.

ÇÎROKA MANDELA ÇÎROKA AFRÎKA BAŞÛR E

Dûre yek ji neviyên Mandela Nandî Mandela axaftinek kir û got, "Tatamkhûlû (kalik) çîrokên bi henek vedigot. Lê di heman demê de gelekî bi dîsîplîn bû û em ji jiyanê re amade kir. Bi saya Mandela cîhanê berê xwe zîvirand Afrîka Başûr û zexta giran û rêxistinbûyî ya li reşikan tê kirin, dît. Ya rast, çîroka Nelson Mandela çîroka Afrîka Başûr e."

Di merasîma ku Prensê Îngilîstanê Charles, Wezîrên Karên Devre yên Fransayê yên berê Lîonel Jospîn û Alaîn Juppe lê amade bûn de, lîderên welatên Afrîkayê jî axaftin kirin.

Dûre kişandina dîmenan a kamerayan hat rawestandin.

LI GORÎ KEVNEŞOPIYA KABÎLEYA KORSA MERASÎM HAT KIRIN

Darbesta ku bi yekîneya merasîmê û bandoyê di maşîna topê de birin goristanê, ji aliyê amîral û generalan ve li gorê hat bicihkirin. Li vê derê ala li ser darbestê hat hilanîn û darbest bi dûayan hat veşartin.

Mandela li gorî kevneşopiya kabîleya Korsa Tembû hat veşartin. Di merasîmê de "ji bo kêfxweşkirina ruhê bav û kalên gelê keskesorê" gayek hat gorîkirin.

Rûsipiyên kabîleya Tembû tevahiya şevê li ser cenazeyê Mandela nobet girtin.

Bi veşartina cenazeyê Mandela re, şîna neteweyî ya 10 rojan bi dawî bû.