Nekropolîtikaya Tirkiyê - III

Antropolog Derya Aydin got şînnegirtin cezayekî giran e, 2013'an avakirina goran bû sedem ku mirovên ku bi salan nekarîn şîna xwe bigirin, bikaribin şîna xwe bigirin.

Antropolog Derya Aydin bal kişande ser polîtîka li ser mirinê ya dewleta Tirk ya li ser cenazeyan, ku nahêle Kurd şîna xwe jî bigirin, ku ji salên 90'î ve ev polîtîka  dom dike û got, ''Şîn negirtin cezayekî pir giran e.  2013'an avakirina van goran bû wesîle ku mirovên bi salan nekarîn şîna xwe bigirin, bikaribim şîna xwe bigirin. Ev rûdan ne ku tenê hatiye serê Kurdan, li nav gelek civakan hatiye jiyîn. Di vê pêvajoya avakirinê de rewşa ku şîngirtinê, ya ku navber ketibûyê, temam dibû. Ev nayê wê maneyê ku mirov piştî ku miriyên xwe veşartin pşta xwe didin wan û careke dî li wan venagerin. Ev li nav hemû civakên kevneşopî jî wiha ye. Bi rengekî, bi wan re temasekê datînin. Ji aliyê sembolîk ve avakirina van goran dihate maneya sivikbûna êşê.''

Aydin bal kişande ser şerê ku dewleta Tirk piştî 2015'an dîsa geş kirî û got, ''2015'an dema ku şer dîsa dest pê kirî êşkenceya li ser bedenên mirî,  bi rengê kaşkirina cenazeyan a bi wesayitan, teşhîrkirina bedenên tazî yên jin derkete holê. Hê dema ku li Bedlîsê ji goran cenaze hatin derxistin û birin Stenbolê me ev dît'' û bal kişande ser êşkence li ser cenazeyê  Hacî Lokman Bîrlîk, dayika Ayesel Tugluk, Hatûn Tugluk, endamê Grûp Yorum Ibrahîm Gokçek û diyar kir, ev ne rewşeke nû ye, ji salên 90'î ve jixwe ev dihate jiyîn. 

Aydin got, ''Pêvajoya 2013-2015'an her çendî ev sekinî be jî piştî 2015'an bêhtir tund bû dom kir. Rûdanên bi vî rengî bi bandora medyaya sosyal bêhtir hatin xuyakirin. Piştre 2016'an li Sûr, Cizîr, Silopiyê ya li ser cenazeyê Taybet Înan me dît ku mirovl i ser cenazetan nobetê digirin. Ev îmajên hovîtiyê bi rengekî beloq di bîra me de man. Em pê dizanin ku salên 90'î jî dihat jiyîn lê ji ber ku derbarê vê polîtîkayeke xurt nehate avakirin, ev 2015'an bi rengekî tunditr dom kir.''

Aydin bi berdewamî got,''Gor di bîra civaka Kurd de xwedî cihekî girîng in. Şînînegirî li Kurdistanê rê li berxwedanê vekir. Ev, ji çalakiya ku mirov encama wê dibînin û dikin wêdetir, bû tiştekî ku mirov di pêvajoya şîngirtiynê de derketî holê. Ji ber ku şînîgirî di rewşên normal ên mirinê de jî jiyanê asteng dike. Di civakên kevneşopî de qonaxên şînîgiriyê hene. Hûn vê vebêjin hûn ê baş bibin lê li Kurdistanê dema ku mirov li pey cenaze û şînîgiriyê çûne bi qadên têkoşîn û berxwedanê de mobîle bû'' û bal kişande ser berxwedan Dayikên Aştiyê û Dayikê Şemiyê ku ji bo bigirin miriyên xwe çawa bêgav mane ku rêxistinî bibin.

Aydin bi berdewamî got, ''Gor bîr e. Mirov mekanan, dêran, malan weke mekanê bîrê dibînin. Ji bo hemû civakên ku ji dîroka fermî hatine derkirin, bîr ji bo ji nû ve hilberandina têkoşînê û meşrûkirina vê bûye amûrek.''

Aydin herî dawî got civakek ji bo ku bikaribe ber xwe bibîne, ji bo ku aştî ava bibe divê civak bikaribe şîna xwe bigire û domand, ''Gor, li gorî min bicihkirina beden a li nav xakê, neqşkirina bîrê ya li mekan e. Hûn wî/wê mirovî/ê bi rabirduya wî/wê li nav mekanekî neqş dikin û ev beden êdî bîreke civakî  ye.''