Necdet Menzîr mir
Necdet Menzîr mir
Necdet Menzîr mir
Necdet Menzîr ku navê wî di gelek windayên kujer nediyar yên li Kurdistan û Tirkiyeyê derbaz dibe, her wiha yek ji berpirsên sereke yên Komkujiya Gazî, waliyê OHAL’ê yê berê û Midûrê Polîsan yê Stenbolêye mir.
Necdet Menzîr ji ber sedema pirsgirêka bêhndanûstandinê 5 mehû li nexweşxaneyek taybet dihat dermankirin.
Menzîr di sala 1945’an de li Bûrsayê hatiye cîhanê, Akademiya Polîsan ya Enqereyê xilas dike. Menzîr li Ordû, Denîzlî, Amed û Herêma Rewşa Awarte û Stenbolê Midûrtiya Polîsan dike, di Dema 20’mîn de ji Partiya Dogru Yolê dibe parlementerê Stenbolê. Menzîr di navbera salên 1997-1998’an de Wezîrtiya Ragihandinê kiriye.
Menzîr di dema ku li Kurdistanê gelek mirov di bin çavan de winda dibûn Walîtiya OHAL’ê kiriye. Dema ku Komkujiya Gazî jî pêkhat ew Midûrê Polîsan yê Stenbolê bû.
Menzîr ji aliyê rêxistinên mafê mirovan û xizmên windayan ve weke, berpirsê sereke yê Komkujiya Gazî, înfazên bêdaraz, di bin çavan de îşkence û windakirin tê dîtin.