Ne ya qebûlkirinê ye ku CPT serdana Ocalan nake

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Bîlmez got, 'ne ya qebûlkirinê'ye' ku CPT serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nake.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikarin muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin. Parêzeran li dijî vê bêhiqûqiyê gelek caran serlêdan kirin, lê belê bersiveke erênî negirtin. Parêzer destnîşan dikin, ku helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ne ya qebûlkirinê ye, ji ber ku piştî kontrolkirina şert û mecên muwekîlê wan rapor ne weşandiye û di mehên Tebax û Gulanê de du caran hate Tirkiyeyê, lê serdana Îmraliyê nekir. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez bi vê gotinê, nerazîbûna xwe nîşan dide: "Em bi ti awayî nikarin têkiliyê bi Birêz Ocalan re deynin. Şenseke me nîne. Parêzer, malbat û heyeta HDP'ê ya di pêvajoya diyalogê de hevdîtin dikir, nikarin biçin Îmraliyê." Bîlmez bibîr xist, di encama greva birçîbûnê ya siyasetmedaran a li dijî tecrîdê de, malbata Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de karîbû wî bibînin û destnîşan kir, li ser muwekîlê wan tecrîdeke şidandî heye.

'CPT LI GORÎ MÎSYONA XWE TEVNAGERE'

Îbrahîm Bîlmez anî ziman, ev tecrîd hem di nava mewzûata Tirkiyeyê, pîvanên giştî yên hiqûqê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, hem jî di nava mirovahiyê de cihê xwe nîne û got, weke parêzeran li Tirkiyeyê kêm derfetên wan hene ku li ber vê bêhiqûqiyê rabin. Bîlmez diyar kir, di vir de rola esasî dikeve ser milê saziyên ku bi rengekî serbixwe, bê alî û ji bo mafên mirovan tevdigerin. Parêzer Bîlmez ragihand, di nava van saziyan de ya sereke CPT ye, ku organeke Konseya Ewropayê ye, lê belê CPT li gorî erk û berpirsyariyên xwe tevnagere. Bîlmez da zanîn, CPT ji sala 1999'an û vir ve bi giştî 7 caran serdana Îmraliyê kiriye, lê yekemcar rapora li ser hevdîtina 28-29'ê Nîsana 2016'an neweşand. Bîlmez got, "CPT çavdêriyên xwe yên li ser 6 serdanên xwe yên li Îmrlaiyê kir rapor û bi raya giştî re parve kir. Di van raporan de bal hatibû kişandin ser astengiya li pêşiya hevdîtinên me parêzeran bi Birêz Ocalan re û pêşniyar hatibû kirin, ku hevdîtinên bi malbatê re bi rêk û pêk werin kirin û pêşî li mafên ragihandinê neyê girtin. Lê bel rapora li ser serdana Nîsana 2016'an bi ti awayî nehate eşkerekirin. Em dizanin, bêyî destûra wî welatî nebe, CPT nikare raporên xwe yên li ser serdana wî welatî eşkere bike. Lewma em zanin, li pişt eşkerenekirina ra porê dewleta Tirk heye. Gelo çima naxwaze bê eşkerekirin? Ji ber ku şert û mercên li Îmraliyê muwekîlê me di navê de tê girtin, li dijî hiqûqê ye. Ji bo tespîtkirina vê yekê, pêwîstî pê nîne ku mirov bibe CPT; têrê dike ku tenê mirov li qedexeya li ser hevdîtin û mafê ragihandinê binerin."

GELO EV HELWEST, LIHEVKIRINEKE VEŞARTÎ YE?

Bîlmez destnîşan kir, mîsyona CPT nixumandina bêhiqûqiyê nîne û wiha dewam kir: "Pîvanên bingehîn ên hiqûqê hene, ku Konseya Ewropayê li ser li hev kiriye; Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê heye; mafê jiyan û parastinê, qedexeya îşkenceyê hene. CPT bi vê helwesta xwe re li dijî van hemû pîvanan tevdigere." Bîlmez diyar kir, CPT piştî hewldana darbeyê du caran hatiye Tirkiyeyê, lê belê serdana Îmraliyê nekiriye û ev helwest weke, "Wê demê CPT di vê mijarê de bi rengekî veşartî bi dewleta Tirk re li hev kiriye, ku van kiryarên antî demokratîk ên dewletê qebûl dike ya jî hêza xwe têrê nake" bi nav kir. Bîlmez raghand, der barê rewşa muwekîlê xwe û tecrîdê de weke parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ew her meh raporê dişînin CPT, lê her carê bi gotina 'Di vê mijarê de têkiliya me bi rayedarên dewleta Tirk re heye" bersiv ji wan re tê dayin. Bîlmez got, "Ji xwe haya CPT ji mîsyona Birêz Ocalan heye. Dizane ku gelê Kurd bi çavê lîderê xwe li wî dinere. Lê belê pratîka wan a heyî û helwesta wan li hev nayên. Mirovekî ku di mijara aştî û siberoja Tirkiyeyê de dikare bi rol û însiyatîfê rabe, di nava tecrîdê de tê hiştin. Û CPT tevî ku du caran hate Tirkiyeyê serdana wî nekir. Em vê yekê weke niyeteke baş nabînin."

'EM NIZANIN BÊ OCALAN LI ÎMRALIYÊ YE YAN NA'

Bîlmez destnîşan kir, ku ev rewş wan dixe nava tirs û fikaran û got, ew nizanin bê Ocalan li Îmraliyê ye yan na. Bîlmez wiha dewam kir: "Bi ti awayî em nikarin xwe bigihînin Birêz Ocalan. Ev yek me dixe nava fikar û gumanan. Em nizanin bê Birêz Ocalan li Îmraliyê ye yan na. Em her meh pirtûkan didin û tenê ji wergirtina pirtûkan qebûl dikin ku muwekîlê me li wir e. Naxwe ti bersiv ji nameyan re nayê." Bîlmez destnîşan kir, dewleta Komara Tirkiyeyê qanûnên xwe bin pê dike û saziyên navneteweyî jî vê yekê ji nedîtî ve tên.

'PÊWENDIYA TECRÎDÊ BI BÛYERÊN LI ROJHILATA NAVÎN RE HEYE'

Bîlmez anî ziman, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rewş û bûyerên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê cihê nîne û got, tecrîd biryareke polîtîk e. Parêzer Bîlmez bibîr xist, di pêvajoya diyalogê de vîna Ocalan a ji bo çareseriyê careke din derkete holê û raya giştî dît ku eger derfet were dayin dikare çi bike. Bîlmez diyar kir, desthilatdariya AKP'ê di oxira hilbijartina 7'ê Hezîranê de ev pêvajo ji holê rakiriye û got, "Bandora Birêz Ocalan a li ser Kurdên li Rojava û Tirkiyeyê, şenseke ji bo Tirkiyeyê." Îbrahîm Bîlmez peyama dîrokî ya Ocalan a li Newroza 2013'an a li Amedê bibîr xist û got, "Eger Tirkiye bi destê aştiyê yê Birêz Ocalan bigire û li gorî nexşerêya ku di peyama Newrozê de hate eşkerekirin tevbigere, wê hem aştiya navxweyî misoger bibe, hem jî bibe modela welatekî demokratîk a li herêmê."