NCKD li Vîlleneûve Saînt Georges 4’emîn kongreya xwe lidar xist
NCKD a li berbajarê Vîlleneûve Saînt Georges ê paytexta Fransa Parîsê, xebatên sala borî nirxandin û meclîsa nû ku ji 35 kesan bê avakirin hate hilbijartin.
NCKD a li berbajarê Vîlleneûve Saînt Georges ê paytexta Fransa Parîsê, xebatên sala borî nirxandin û meclîsa nû ku ji 35 kesan bê avakirin hate hilbijartin.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a li berbajarê Vîlleneûve Saînt Georges ê paytexta Fransa Parîsê 4’emîn kongreya xwe lidar xist.
Kongre bi beşdariya 200 delegeyan bi deqeyek rêzgirtinê li lokala NCKD a li Vîlleneûve Saînt Georges destpê kir.
Di kongreyê de siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya axivî û wiha got:
“Kongreya me ya îsal bi ruhê berxwedana Bakurê Kurdistanê hate lidarxistin. Berxwedana Bakurê Kurdistanê mêtîngeriya faşîst a dewleta Tirk red dike. Dewleta faşîst a Tirk li Bakurê Kurdistanê di pêvajoya referandûmê de zext û êrîşên xwe zêde kiriye. Divê hemû Kurdên li Fransayê dijîn dakevin kolanan û di raya giştî ya Fransayê de faşîzma Tirk teşhîr bike. Divê ti pêvajoya referandûmê de hemû meclîsên me eniya NA xurt bike.”
Di kongreyê de rapora xebatan a salekê hate nirxandin. Di hilbijartinên hate kirin de komîsyona meclîsa nû ya ku ji 35 kesan pêk tê hatin hilbijartin. Hevserok jî Zeynep Aktaş û Mahmût Han hatin hilbijartin.