NCKD’ê li Dûîsbûrg û Bîelefeldê kongre li dar xistin

NCKD’ê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê 3’yemîn Kongreya xwe, li bajarê Bîelefeldê jî Kongreya xwe ya Meclîsa Gel li dar xist.

NCKD’ê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê 3’yemîn Kongreya xwe, li bajarê Bîelefeldê jî Kongreya xwe ya Meclîsa Gel li dar xist.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 3’emîn Kongreya xwe îro li dar xist. Di kongreyê de Hevserokê NCDK’ê Mûnzûr Aslan axaftina vekirinê kir û rêbazên nû yên meclîsê diyar kir.

3. Kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate li dar xistin. Bi beşdariya 150 endam û bi tevlîbûna gel ve axaftina vekirinê ji aliyê Hevsrokê NCKD’ê Mûnzûr Aslan hate kirin. Kongre bi rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê berdewam kir. Li ser navê FEDA Husnu Çavûş, li ser navê AGÎF’ê Onûr Guler, nûnerên Meclîsa Gel a Emmerîch, Serokê Mala Êzidiyan a Wesel û nûnerên Însiyatîfa Gel a Kurecîkê axaftin hatin kirin.

Di kongreyê de 12 komîsyon û 78 kes hatin hilbijartin û ji bo hevserokatiyê jî Hatûn Bozkûrt û Mûnzûr Aslan hatin diyarkirin.

BIELEFELD

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê jî kongreya Meclîsê hat lidarxistin. Kongreya bi beşdariya 150 delegeyan, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di kongreyê de rewşên siyasî hatin nirxandin, xebatên salekê û rapora maliyeyê hate xwendin. 10 komîsyonên ku ji 65 kesan pêk tê ve meclîs hat avakirin. Di kongreyê de coşek mezin xwe da der, di salonê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin qîrkirin.

...