NCDK li Hîldesheîmê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, 3. kongreya xwe ya asayî lidar xist.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, 3. kongreya xwe ya asayî lidar xist.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û bi axaftina Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç a li ser rewşa dawî ya siyasî dewam kir.

Piştre rapora salekê ya kar û maliyeyê hat xwendin û nirxandin.

Di kongreyê de 59 delegeyan deng bi kar anîn û Hayat Donma, Beşîr Gonen weke Hevserokên NCDK'ê hatin hilbijartin.

Ji bo komîsyonên têkiliyên derve, çand, aştî, li hevkirin, spor, ciwan, rêxistina parçeyan, bawerî, çapemenî weşand, xizmên şehîd û windahiyan endam hatin hilbijartin.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...