NCDK-Hambûrg: Em ê li ber xwe bidin!

Êrîşa polîsên Hambûrgê ya li dijî Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Hambûrgê bi civîna çapemeniyê hate şermezarkirin.

Ji xeynî endamên çapemeniyê, parlementera Partiya Çep a Hambûrgê Chrîstîane Schneîder, Nûnera TJK-E’yê Done Guzel, nûnerê NAV-DEM’ê Yavûz Fersoglû, gelek Kurdistanî û şoreşgerên Tirkiyeyê beşdarî civîna çapemeniyê ya li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Hambûrgê bûn.

Nûnera TJK-E’yê Done Guzel diyar kir ku bi zext û pêkutiyan gelê Kurd bi paş ve gavan neavêje û got, “Polîsên Hambûrgê bêyî ku hincetekê nîşan bidin, bi awayekî korsanî di destê sibehê de girte ser komeleya me. Polîsan derî şikandine û komeleya me serûbin kirine. Di dema serdegirtinê de deriyê gelek dolaban şikandine. Hinceta wan çi dibe bila bibe em helwesta bi vî awayî qebûl nakin. Li dijî vê serdegirtina korsanî ew ê hewldanên me yên hiqûqî bidomin. Tu kes nikare bi van zext û pêkutiyan têkoşîna me ya demokratîk bin pê bike.”

Parlementera Partiya Çep a Hambûrgê Chrîstîane Schneîder jî got ku, “Polîsên Hambûrgê di daxuyaniyên xwe yên berê de gelek caran eşkere kiribû ku Kurdistaniyên li Hambûrgê tevlî bûyerên şîddetê nebûne. Ligel helwestên provokatîf ên faşîstên Tirk gelê Kurd ev lîstikên wan pûç kir. Mirov nikare wateyekê bide vê serdegirtinê. Çalakgerên Kurd ên siyaseta demokratîk dikin, tên girtin. Ev serdegirtin tê wateya piştgiriya polîsên Hambûrgê ya ji bo hikumeta Erdogan.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê, Kurdistanî demeke dirêj NCDK’ê veneqetiyan.