NCDK’ê li Kasselê kongreya xwe lidar xist

Kurdistaniyên ku li bajarê Kassel ê Elmanya û derdora wê dijîn li navenda NCDK (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) a li Kasselê kongreya xwe ya 8’emîn lidar xist.

Kongre bi tevlîbûna 200 delegeyan li salona Jasmînsaal bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer jî beşdarî kongreyê bû û  axivî.

Tahir Koçer qala girîngiya yekîtiya Kurdan û bûyerên siyasî kir û wiha got; “Pêvajoya ku Kurd niha di nav de ji bo Kurdan gelek girînge. Ji bo Kurd azad bibin, pêwîste li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan têkoşîn bê dayîn û berî demekê Kongreya Netewî were lidarxistin.”

Piştî axaftinan rapora xebatên salekê hate xwendin û nirxandin. Piştre meclîsa ku ji 13 komîsyon û 91 kesan pêk tê hate hilbijartin.

Di kongreyê de Elî Ekber Kûrû û Fatma Bavlî ji bo hevserokatiya Meclîsê hatin  hilbijartin û ji bo alîkara hevserokatiya meclîsê jî Ahmet Esmeray û Pakîstan Işilak hate hilbijartin.