NCDK'ê li gelek bajaran kongreyên xwe pêk anî

Li gelek bajarên Ewropayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîka Kurd (NCDK) pêk hatin. Di kongreyan de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Kongreya 9. a NCDK'ê ya bajarê Darmstadt ê Elmanyayê diyarî Leyla Guven hate kirin. Di kongreyê de rêveberiya nû ya ji 36 kesan û ji bo hevserokatiyê jî Hatîce Peşmen Acar û Mehmet Çoban hatin hilbijartin.

NCDK a Frankfûrtê jî kongreya xwe ya 6'an pêk anî. Di kongreyê de şervanên QSD, YPG û YPJ'ê hatin silavkirin ku dawî li çeteyên DAÎŞ'ê anîne. Piştî hilbijartina meclîsa ji 42 kesan, Ahmet Haykir û Fatma Kaya bûn hevserok.

5. kongreya Meclîsa Gel a Dresdenê bi beşdariya 350 delegeyî pêk hat û Serpîl Biryar û Alî Ekber Bîlgîlî bûn hevserok.

Kurdistaniyên li bajarê Bensheimê ne, kongreya xwe ya 6'an pêk anîn û bal kişandin ser grevên birçîbûnê. Menderes Ûçar û Elîf Delîbalta bûn hevserokên meclîsa gel a demokratîk.

Li bajarê Mannheimê li ser banga NCDK'ê civîna gel hate lidarxistin û berxwedana grevên birçîbûnê hate nirxandin.

Komuna Jinan a Şehîd Meryem a li bajarê Hildesheimê kongreya xwe ya 3. pêk anî. Siyasetmedar Leyla Bîrlîk tevlî kongreyê bû û pêvajoya siyasî nirxand. Di dawiyê de 19 komîteyên rêxistinbûn, çand, têkiliyên derve, dayikên aştiyê, bawerî, kooperatîfa civakî, çapemenî, ciwan û berdevkan hatin hilbijartin.

NCDK a bajarê Wuppertlaê kongreya xwe ya 6'an pêk anî û Semra Temel û Harûn Demîrel bûn hevserokên meclîsê. Di dawiya kongreyê de Ronîz Erez û Raûf Keleş stranên xwe gotin.

Li bajarê Toulouse yê Fransayê, NCDK'ê kongreya xwe ya 2'an pêk anî. Di kongreyê de çalakiya grevên birçîbûnê hate nirxandin.

Li bajarê Creil ê paytexta Fransa Parîsê, NCDK'ê kongreya xwe ya 5'an pêk anî û Helîn Polat û Şahîn Karayil ji bo hevserokatiya wê hatin hilbijartin.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn şaxê Danîmarkayê, doh kongreya xwe ya salane pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. 

Li paytexta Swêd Stockholmê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara kongreya xwe ya 6'an pêk anî. Jinên Kurdistanî di kongreyê de Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû ya ji 32 jinan hate hilbijartin.

Li bajarên Bern, Biel, Cenevre, Rapperswill û Zurichê yên Swîsreyê, Navendên Civaka Kurd û Meclîsên Jinan kongreyên xwe pêk anîn. Di kongreyan de Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemû hatin silavkirin.