Nazî yê bersûcê Komkujiya Oradourê nayê darizandin

Nazî yê bersûcê Komkujiya Oradourê nayê darizandin

Di doza li hemberî kesekî ku guman jê tê kirin di komkujiya 1944'an a Naziyan li bajarokê Oradour-sur-Glane ya Fransayê de cih girt, dadgehê hikum da ku 'delîleke têrker' ji bo darizandinê nîne.

Daxwaza ji bo darizandina leşkerê berê yê Elman ê 89 salî, ku tê zanîn di komkujiya Hezîrana 1944'an de cih girt, hat redkirin. Dadgeya Eyaletê ya Kolnê, sûcdariyên li Naziyê berê tê kirin, ku Dozgeriya Dortmundê doz lê vekiribû, nirxand û hikum da ku delîlê 'kesê mijara gotinê bi awayekî aktîf' tevlî komkujiyê bûye, nîne.

Dadgehê di biryara xwe de îdîa kir, ku 'êdî ne pêkane' tevlîbûna leşkerê berê li komkujiyê bê îspatkirin.

Dozgeriya Dortmundê, li hemberî welatiyê Elman ê di sala 1944'an de leşkerekî 19 salî bû, bi hinceta bi awayekî aktîf tevlî Komkujiya Oradourê bûye, doz vekiribû. Di gilînameyê de hat ragihandin, ku leşkerê berê yê hînê li Kolnê dijî, di mexzeneke şerabê ya li Ordaour-sur-Glane'yê de, vî kesî alîkarî daye qetilkirina 25 kesan.

Dadgeha Eyaletê ya Kolnê jî di biryara xwe de îdîa kir ku Naziyê berê di dema komkujiyê de li bajarok bû, lê belê di komkujiyê de ne çavdêrî ne jî wezîfeya ajokariyê kiriye. 

Li bajarokê Oradour-sur-Glane yê herêma Limousin ê Fransayê, di 10'ê Hezîrana 1944'an de yekîneyên Waffen-Ss ên Elmanya Nazî 642 kes qetil kiribûn. Hejmareke gelekî kêm a mirovên li bajarok bi saxî ji komkujiyê filitîbûn. Ji mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan 452 jê jin û zarok bûn.

Tê texmînkirin ku herî kêm 120 leşkerên Elman ên li yekîneyekê tankê, tevlî vê komkujiyê bûne.