Navenda TÎGEM'ê hînê cihekî 'tarî' ye
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan got, "Destûr ji me parlamenteran, siyasetmedaran û rêxistinên civakî yên sivîl re nayê dayîn ku bikevin nava TÎGEM'ê û îdîayên li ser tê kirin, lêkolîn bikin."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan got, "Destûr ji me parlamenteran, siyasetmedaran û rêxistinên civakî yên sivîl re nayê dayîn ku bikevin nava TÎGEM'ê û îdîayên li ser tê kirin, lêkolîn bikin."
Navenda TÎGEM'ê ya li navçeya Riha Serêkaniyê, ku ji cihekî 1 mîlyon 760 hezar hektarî pêk tê, hînê nehatiye aşkerakirin ku bi kîjan armancê tê bikaranîn. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan got, "Destûr ji me parlamenteran, siyasetmedaran û rêxistinên civakî yên sivîl re nayê dayîn ku bikevin nava TÎGEM'ê û îdîayên li ser tê kirin, lêkolîn bikin."
Navenda TÎGEM'ê ya li navçeya Riha Serêkaniyê, ku dema Til Ebyad ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkir gelek caran dihat gotin ku weke baregehek çeteyan tê bikaranîn, hînê nayê zanîn bi kîjan armancê tê bikaranîn. Der barê vê Navenda Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê (TÎGEM) a bi tedbîrên tund tên parastin û her metreçargoşeyeke xwe bi kamerayan tê şopandin de, endamên DAIŞ'ê ji çapemeniya navneteweyî re axivî bûn. Di van hevpeyvînan de hatibû destnîşankirin ku Navenda Bêhnvedanê ya Suleyman Şax a Akçakaleyê ya li nava erdê TÎGEM'ê, cihê kombûna çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê ye. Her wiha hatibû îdîakirin, ku çeteyan li nava vî erdî nexweşxaneyeke seyyar çêkirine û bi wesayîtan milîtanên xwe yên birîndar tînin vê derê û tedawîkirin. Ev îdîa hînê jî tê kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, ku bi rêya pêşnûmepirsan gelek caran xwest li vê navendê lêkolînan bike, ji ANF'ê re axivî.
'LI TÎGEM'Ê XEBATÊN TARÎ YÊN DAIŞ Û EL NÛSRA TÊN MEŞANDIN'
Ayhan da xuyakirin ku li vî cihê ku 9.3 ji tevahiya erdê Rihayê pêk tê, beriya şerê Sûriyeyê ji bo ranteke cidî dihat bikaranîn û anî ziman ku bi destpêkirina şerê li Sûriyeyê re hem guman hem jî agahiyên cidî gihaştin ber destê wan, ku ev cih ji aliyê rêxistinên çete de tê bikaranîn. Ayhan da zanîn ku ev îdîayên li nava raya giştî, bi ti awayî ji aliyê rayedaran ve nehatine zelalkirin û got, "Em weke parlamenter, siyasetmedar û rêxistinên civakî yên sivîl nikarin bikevin nava TÎGEM'ê û van îdîayan lêkolîn bikin. Destûr nayê dayîn. Di vê der barê de min gelek caran pêşnûmepirs pêşkêşî Meclîsê kir. Lê belê bersiveke têrker heta niha nehatiye dayîn. Li wê derê çeteyên El Nûsra û DAIŞ'ê xebatên tarî dimeşînin. TÎGEM'ê ji bo perwerdeyê û xebatên xwe yên leşkerî bi kar tînin."
'ERDÊ ÇANDINIYÊ BI TEDBÎRÊN TUND TÊ PARASTIN, EV YEK REWŞEKE NAKOK E'
Ayhan ragihand ku TÎGEM hînê cihekî gelekî tarî ye û bal kişand ser rewşa tirsnak a vî cihî. Ayhan nîqaşên li ser têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê ya li qada navneteweyî di dema dawî de zêde bûye bibîr xist û got, "Em dibêjin, divê rewşa vî cihî tavilê zelal bibe. Li cihekî gelekî mezin ê Rihayê, ku qada çandiniyê ye, wergirtina ewçend tedbîrên tund ên ewlekariyê nîşan dide ku li vê derê ji bilî çandiniyê xebatên tarî tên meşandin."
DI DESTWERDANEKE GENGAZ A LI DIJÎ ROJAVA DE GELO WÊ TÎGEM JI BO DAIŞ'Ê WEKE RÊGEHEKÊ BÊ BIKARANÎN?
Ayhan da xuyakirin ku li gorî vegotinên şahidan, DAIŞ demeke dirêj e di ser xaka Tirkiyeyê re derbas dibe, pêwîstiyên xwe yên lojîstîk û leşkerî ji vir tedarik dike û got, "Hem me hem jî gelek saziyên li qada navneteweyî, ev rewş anîn ser ziman. Di rewşeke gengaz de dibe ku ji ser TÎGEM'ê çete derbas bibin. Li cihekî ku li gel û siyasetmedaran girtiye, garantî nîne ku çete tê de derbas nebin. Em bi fikar in ku di destwerdaneke gengaz a li hemberî Rojava de TÎGEM ji bo çeteyan weke rêgehekê û baregehekê bê bikaranîn."
GELO TÎGEM WEKE NAVENDEK TÊKILIYÊN AKP-DAIŞ'Ê TÊ BIKARANÎN?
Ayhan di dewama axaftina xwe de ragihand, ku car carna doktor diçin TÎGEM'ê û anî ziman ku cihên ev doktor jê tên birin tên tembîhkirin ku nebêjin doktor diçin ku derê. Ayhan got, "Çima doktor bi awayekî veşartî diçin wê derê? Çima cihên doktor diçin ji navendên lê dixebitin, tên veşartin? Ev hemû nîşand idin ku ew der ji bo xebatên tarî tê bikaranîn. Em bi fikar in û di wê baweriyê de ne ku ev der weke navend û biryargeha têkiliyên AKP-DAIŞ'ê tê bikaranîn. Ji bo ev gumanên me ji holê bên rakirin, divê desthilatdariya AKP'ê tavilê daxuyaniyê bide. Di rewşeke berrevajî de em ê her tim di wê baweriyê de bin ku ev der ji bo karên gemarî yên terorê tê bikaranîn. Lewma divê ev mijar tavilê bê zelalkirin. Heta ku daxuyaniyeke têrker di vê der barê de were dayîn, em ê bi ser mijarê de biçin."