Navenda Civaka Demokratîk a Reimsê kongreya xwe lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Reimsê kongreya xwe lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Reimsê kongreya xwe lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Fransa Reimsê, kongreya xwe ya destpêkê lidar xist.
Di kongreyê de li gel hejmarek ji Kurdistanî û dostên wan nivîskar Fûat Kav û Hevserokê Navendên Civaka Demokratîk li Fransayê Rustem Ozay amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşa Kurdistanê, dîwan ji kongreyê de hat hilbijartin.
Piştre Fûat Kav û Rustem Ozay axivîn û bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna nû ji bo Kurdên li Ewroapyê. Li dû axaftinan, meclîsa ji 45 kesan hat avakirin.
Di kongreyê de Aysel Işik û Yûsûf Çîftçî ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Reimê hatin hilbijartin.