Navên kolanên Cizîrê hatin guhertin

Navên kolanên Cizîrê hatin guhertin

Şaredariya Cizîrê navê gelek kolanên navçeyê bi Kurdî guherand.

Meclîsa Şaredariya Cizîrê, navê gelek kolanên navçeyê bi Kurdî guherand. Di biryara Meclîsa Şaredariyê de navê kolana Nisêbînê bû Kobanê, navê Kolana Îdîlê bû Arîn Mîrxan, navê Kolana Eskî Hastane bû Mîr Bedirxan, navê Kolana Mezbahane bû Seyîd Riza, navê Kolana Meydan Başi bû Botan, navê Kolana Belediye bû Şerafettîn Elçî, navê Kolana Yakişan bû Feqiyê Teyran.

Kolana Şen bû Nûh Nebî, ya Dere bû Melayê Cizîrî, ya Emîr Tajdîn bû Haşim Zana, ya Ekîncîler bû Mîr Tajdîn.