Navên endamên MÎT’ê yên li Kobanê û Iraqê hatine kuştin!
Navên endamên MÎT’ê yên li Kobanê û Iraqê hatine kuştin!
Navên endamên MÎT’ê yên li Kobanê û Iraqê hatine kuştin!
Ajansa Nûçeyan EhlîBeyt (ABNA) navê tîmên tevgera taybet û endamên îstîxbarata Tirk ên li Mûsil û Kobanê weke çeteyên DAIŞ'ê hatine dîtin û kuştin, aşkera kir. ABNA diyar kir ku di demên cuda de li Kobanê û Iraqê 12 endamên îstîxbarata Tirk û peywirdarên tevgera tîmên taybet ên weke çeteyên DAIŞ'ê hatine dîtin, hatine kuştin.
Di mijara têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê de agahiyên nû derdikevin holê. Ajansa Nûçeyan a Ehlîbeyt (ABNA) navê tevgerên tîmên taybet û endamên îstîxbrata Tirk, ku DAIŞ’ê hatine dîtin aşkera kir.
Li gorî nûçeya ABNA’yê di lîsteya kesên wek DAIŞ’ê hatine dîtin û kuştin de, peywirdarê MÎT’ê leşkerê teqawît û tîmên tevgera taybet jî hene.
NAVÊ KESÊN LI MÛSILÊ HATINE KUŞTIN
ABNA da zanîn ku wan xwe gîhandine navê 12 kesan û diyar kir, ku di bûyereke li Mûsilê de, xaniyekî aydî MÎT'ê yê sîxur lê diman rastî êrîşa artêşa Iraqê hatiye. Çavkaniya Medya Center diyar kir ku kesên li malê diman wek DAIŞ’ê cil û berg li xwe kiribûne û bi şaşî bûne hedefa artêşa Iraqê.
Navê wan kesan wiha ne:
1- Îskender Demîr
2- Murat Tîn
3- Serdar Karaçam (an jî Karaçay)
4- Hikmet Y. (Li ser wî pasaporteke Urdunê u li ser navê Muhammed Hammash hatiye çêkirin hat dîtin)
(Cenaze ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin girtin, hat gotin ku bi bûyerê de kesekî din ê birîndar heye û navê wî hê nehatiye dayîn)"
DEMA DERBASÎ KOBANÊ DIBÛN HATIN KUŞTIN
Li gorî nûçeyê li Kobanê jî di wesayîteke ku ji xeta trênê derbasî Kobanê dibû de 5 peywirdarên tîmên taybet hatine kuştin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku kesên hatine kuştin tîmên tevgera taybet ên Tirk in lê li ser wan cil û bergên DAIŞ’ê hebûn û rih û simbêlê wan dirêj bûne. Her wiha li ser wan kartên ku DAIŞ dide endamên xwe derketiye.
Ji 5 kesên ku hatine kuştin navê çar kesan wiha ye:
1- Mustafa Turan
2- Halîl Îbrahîm T.
3- Hizir K.
4- Murat Çolak
Cesedekî ku navê wî nehat diyarkirin li herêma sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye revandin.
SÊ KESÊN LI IRAQÊ HATINE KUŞTIN
Li gorî nûçeyê derket holê ku sê kesên ku di demên cuda de hatine Iraqê û di pevçûnan de hatine kuştin têkiliya wan bi MÎT û îstîxbarata leşkerî heye. Hat diyarkirin ku li ser hinek kesan navnîşanên malên bi ewle derketine û navnîşanên ku têkiliya wan bi MÎT’ê re heye derketiye holê. Cesed rojek din ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin girtin.
Navê van kesan wiha ne:
1- Necmettin Tuna (an jî Turna )
2- Çagri Ceyhan
3-Denîz M."