'Navê we rûmeta me ye, çalakiya we ya şoreşgerî hêza me ye'
Çalakiyên "Navê we rûmeta me ye, çalakiya we ya şoreşgerî hêza me ye" ku MLKP bi wesîleya şehîdên meha Mijdarê li bajarên Ewropayê lidar dixe, li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê dewam kir.
Çalakiyên "Navê we rûmeta me ye, çalakiya we ya şoreşgerî hêza me ye" ku MLKP bi wesîleya şehîdên meha Mijdarê li bajarên Ewropayê lidar dixe, li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê dewam kir.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir û piştre nûnerê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) axivî. Qiseker got, "Di têkoşîna maf û azadiyan a mirovahiyê de li Tirkiye, Kurdistan û her devera cîhanê berdêlên giran hatin dayîn û ev berdêlên hatine dayîn jî mîrateya herî mezin e ku ji nemiran ji me re maye. Hînbûna ji wan û xwedîderketina li xebatên wan, ji her demê bêhtir pêwîst e. Dibe ku cûnta qesrê ya AKP'ê êrîşên xwe zêde dike, lê belê bi dîroka xwe ya bi rûmet û bi têkoşîna xwe ya hevpar em dikarin van êrîşan pûç bikin. Ji wan heye ku bi çavtirsandinê dikarin têkoşîna me bişikînin, lê xwe dixapînin. Em ê bi têkoşîna hevgirtî, faşîzma AKP'ê têk bibin."
Di çalakiyê de Grûp Vardiya jî derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî li şeva bîranîna şehîdên şoreşê axivî û girseya gel silav kir. Sariyildiz bal kişand ser darbeya siyasî ya AKP'ê û got, "Ev darbe li dijî dînamîkên HDP'ê hatiye kirin. Lê yên ku vê pûç bikin jî têkoşîna kurdan û şoreşgeran e."
Di şevê de şoreşgerên enternasyonal ên li Kobanê û gelemperiya Rojava şehîd bûn hatin bîranîn. Li ser navê girtiyan jî axaftin hat kirin. Her wiha silav ji Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş re hate şandin.
Di beşa duyemîn a şevê de xizmên şehîd û girtiyan ji bo derkevin ser dikê hatin vexwendin û qurnefîl ji wan re hate dayîn. Xwişka Alî Bûgun, malbata Cebraîl û Dayika Sûltan hatin vexwendin. Xizmên şehîdan girseya gel silav kirin û banga yekîtiyê kirin.
Di çalakiyê de koma şano ya ACTÎT'ê lîstika bi navê "Hêvî bi serbilindî li ser piyan e" pêşkêş kir.
Şeva bîranînê, piştî stranên Grûp Abdal û nîşandana sînevîzyonê, qediya.