Şaredariya Berceto navê şervanê YPG'ê Orsetti li pirtûkxaneyê kir

Şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsetti ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de li nava refên YPG'ê şehîd bû, navê wî li pirtûkxaneya li stasyona trenê ya li bajarê Berceto yê nêzî Parmayê hate kirin.

Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de li Rojava şehîd bû, navê wî bi biryara şaredarê Berceto û endamên meclîsa şaredariyê, li pirtûkxaneya stasyona trenê ya bajêr hate kirin.

Ji bo vekirina pirtûkxaneyê merasîmek hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Şaredarê Berceto Luigi Lucchi, Serokê Parma yê Komeleya Partîzan a Îtalyayê Aldo Montermini, şervanê berê yê YPG'ê Claudio Locatelli û bi navê Tevgera Kurdistanê ya Parma Serkan Xozatli û Nelly Bocchi li merasîmê axivîn.

Şaredar Luigi Lucchi di şexsê Orsetti de bi bîr xist, li dijî faşîzma Franko ya Spanyayê, 59 hezar enternasyonalîstên Îtalyayî berê tevlî têkoşînê bûbûn.

Lucchi, bang li her kesî kir ku li her qadê xwedî li têkoşîna mafdar a gelê Kurd derkeve.

Qisekeran her wiha bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û banga xwedîderketina li vê berxwedanê kirin.

Merasîm bi xwendina sirûda Rocco Rosignoli û sirûda Koruya Gel a Partîzan dawî bû.