Navê Erdogan jî ket dosyeya Riza Sarraf

Navê Erdogan jî ket dosyeya doza Riza Sarraf a li DYA’yê.

Di doza Riza Sarraf û Alîkarê Gerînendeyê Giştî yê Halkbankê Mehmet Atîlla de ya ku li DYA’yê tê kirin, dozgeriyê dosyeyeke din jî pêşkêşî dadgehê kir. Di dosyeyê de cara pêşîn navê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan jî derbas dibe.

Di dosyeyê de ya ku Serdozgeriya Herêma New Yorka Başûr a DYA’yê amade kiriye, 8 caran navê Erdogan heye. Di dosyeyê de tê diyarkirin ku ev herdu kes, têkiliya wan bi hev re heye, bi hev re hin peyman çêkirine. Di dosyeyê de qeydên hevdîtina bi telefonê heye ya ku Sarraf ji bo hin karên xwe yên ekonomîk yekser diçe ba Erdogan.