NAV-YEK’ê êrîşên li ser Êzidiyê Bişêriyê şermezar kir
NAV-YEK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşa li Êlihê ya bi darê zorê ya dest danîna ser mal û milên Êzidiyan û êrîşa li ser Êzidiyên Bişêriyê şermezar kir.
NAV-YEK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrîşa li Êlihê ya bi darê zorê ya dest danîna ser mal û milên Êzidiyan û êrîşa li ser Êzidiyên Bişêriyê şermezar kir.
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidî (NAV-YEK) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li ser Êzidiyên Bişêriyê şermezar kir. NAV-YEK’ê anî ziman ku ew êrîşên hovane yên li ser Êzidiyan sedem çi dibe bila bibe qebûl nakin, ev yek ne bihêzbûn lewaziya wan dide nişandan.
NAV-YEK’ê diyar kir ku vegera Êzidiyan a ji bo cih û warên xwe ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û got: “Mafê tu kesê nîne ku hewldan û xîreta Êzidiyan ji bo vegerê û xwedîderketina axa wan asteng bike.”
Di dewama daxuyaniyê de NAV-YEK’ê ev got: “Em civaka Êzidî bi taybet parêvanên şaristaniya demokratîk baweriya me bi jiyana hevbeş bi rûmet, aşît û azadiyê heye. Em ji bo vê bi israr in. Bila tu kes li ser Êzidiyan hesbên şaş nekin. Bêjin Êzidî bê parastin û bê hêz in.
Bila tu kes ol û baweriyê ji bo berjewendiyên xwe bikar neîne.Berdêla parastina nirxên pîroz û jiyan azad çi dibe bila bibe em amade ne bidin.
Li ser vî esasî em bang dikin ku bi diyalog û rêbazên hevdîtinan û şatiyane pirsgirêk bên çareserkirin. Dîsa bang li rêxistinên civaka sivîl ên herêmê û rûspiyan dikin ku bi lezgîn bi erka xwe rabin, hemû pirsgirêkên Êzidiyan ên li herêmê çareser bikin.