NAV-YÊK'ê cejna Remezanê li bawermendên Misilman pîroz kir

NAV-YÊK'ê bi navê sazî û dezgehên Êzidiyan hemûyan cejna Remezanê li gelê Kurd û bawermendên Misilman pîroz kir.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YÊK) bi wesîleya cejna Remezanê ya civata Îslamê peyamek weşand.

Di peyama NAV-YÊK'ê de hate gotin, "Rojên pîroz, tijî hezkirin û xwedî nirxên civakî û bawerî di hemû olan de xwedî cihekî taybet e.

Bi hatina Cejna Ramezanê, girtina rojiyan, cejn dibin wesileya destpêka parvekirin, li hevhatinan, ji nû ve avakirin, zindîkirin û ruhê hişyarbûyî pêş dixe. Hestên xweşbinî bi xwe re ava dike."

NAV-YÊK'ê bi navê sazî û dezgehên Êzidiyan hemûyan cejna Remezanê li gelê Kurd û bawermendên Misilman pîroz kir.

Di peyamê de cejn di serî de li berxwedêr û parêzvanên gelê Kurd ên di nava cenga şoreşa azadiyê û demokrasiyê de ne hate pîrozkirin.

Di peyamê de hate gotin:

"Bi hêviya ku ev Cejn bibe wesileya aştiyê, aramiyê, wekheviya gelan û bextewariyek mayînde ji bo gelê kurd û Kurdistanê û tevahiya Cihanê.

Di nav şert û mercên giran de, em Cejnên xwe pêşwazî dikin. Dijminê gelên Kurdistanê, her tim hewl didin, di rojên pîroz de jî me dilsar, xemgin û lewaz bike.

Roj tunê ku erîşên hovane, dengê çekan û balafiran li ser gelê me kêm nabin.

Girtina siyasetmedar, Rojnamevan û çalakvanên me bi faliyetek herî giran tê meşandin.

Lê bila bê zanîn, gelê Kurd bi bîr û baweriyek mezin wê şerê xwe li hember desthilatdaran bike.

Jiyanek azad û bi rûmet, Kurdistana serbixwe ji bo me nirxên herî qedim û pîroz in. Ji bo vê yekitî û tifaqa navxweyî ji her demê bêhtir, di van kêliyên dîrokî û zêrîn de ji bo me Kurdistaniyan hewce ye.

Pewîstê em ji hêla maddî û manewî jî di her beşên jiyanê de bi civaka xwe re alîkar bin, ji bo wan deng û hawar bin.

Bi baweriya xwedîderketin li hev û din, rêzgirtin û hezkirin, Cejna we pîroz be."