NAV-YEK'ê 8'ê Adarê pîroz kir
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) 8'ê Adarê li hemû jinan bi taybetî jinên Kurd pîroz kir.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) 8'ê Adarê li hemû jinan bi taybetî jinên Kurd pîroz kir.
Rêveberiya NAV-YEK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û ev gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist: "Civaka ku jin di nav de ne azad be ew civak jî ne azad e!"
Di peyamê de hat gotin, "Têkoşîna jina Kurd a bêhempa di van çend salên dawî de ji jinên cîhanên re bû mînak û bingeha şoreşa azadiya jinê.
Em di vê roja taybet de jina Êzîdî bi bîr tînin. Wek tê zanîn hêna bi hezaran jin, keç û zarokên Êzîdiyan di fermana 3.8.2014 de wek êsir ketin destên çeteyên DAIŞ'ê. Em dibêjin bila ev roj bibe pengava azadkirina jin û zarokên Êzidiyan.
Her wiha, em wek sazî her cûreyên şîdeta li jinê şermezar dikin.
Dîsa em dibêjin, azadiyê jinê azadiya mirovatiyê ye."