NAV-YEK: Dewleta Tirk bombeyan li qadên me yên pîroz dibarîne

NAV-YEK'ê ragihand ku dewleta Tirk li Efrînê qadên pîroz ên civaka Êzidî jî bomberdûman dike û bang li gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî kir ku li ber vê hovîtiyê rabin.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzdiyan (NAV-YEK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Ziyaretgeha Xatûna Fexra ya li Çiyayê Persê ya li Qestel Cindo ya li Efrînê tê bombekirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dîsa Êzidî tên kuştin, wargeh û ziyaretgehên vê ola qedîm tên bombekirin. Dewleta Tirk dîsa li Kurdan hatiye xezebê û êrîşên hovane dibe ser Efrînê."

NAV-YEK'ê ji bo gelê Kurd û civaka Êzidî got, ku temaşekirina li vê rewşê û banga 'êdî bes e' nema têrê dike û divê li qadan bersiv ji vê êrîşê re bê dayin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk bi şêwazê DAÎŞ'ê êrîş dike û bi vê konsepta hovane dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne.

NAV-YEK'ê bêdengiya Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî helwesta Elmanyayê şermezar kir û got, "Dewleta Tirk bi çek û çekdarên xwe îro li Efrînê xwînê dirijîne û wargehên me bomberdûman dike. Em bang dikin li hemû demokrat û hiqûqnasa, ji van êrîşan re bes çavê xwe bigrin. Bêdengî dibe hevalbendê sûcdariyê."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li gelê Kurd dikin, bi taybetî li civaka Êzdiyan dikin ku rabin ser piyan û li vê ola qedîm û ziyaretgeha xwedî derkevin. Li Efrînê xwedî derkevin."