NAV-DEM wê kon û standên agahdarkirinê veke

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo polîtîkayên qirêj ên faşîzma AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd, hêzên demokrasî û şoreşgerên Tirkiyeyî ji raya giştî û saziyên Elman re vebêjin, wê kon û standên agahdarkirinê vekin.

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, ji bo polîtîkayên qirêj ên faşîzma AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd, hêzên demokrasî û şoreşgerên Tirkiyeyî ji raya giştî û saziyên Elman re vebêjin, wê di navbera 14-19'ê Îlonê de li gelek bajaran kon û standên agahdarkirinê vekin.

NAV-DEM'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo polîtîkayên antî Kurd ên çeteyên DAIŞ'ê ji raya giştî ya demoratîk re vebêjin, ew ê di navbera 14-19'ê Îlonê de li gelek bajaran kon û standan vekin.

NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku ji bo şikandina bêdengiya saziyên navneteweyî û balkişandina raya giştî ya demokratîk a li ser mijarê, ew bi Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya li Ewropayê, van çalakiyan organîze dikin. Hat ragihandin ku saziyên civakî yên sivîl, organên çapemeniyê, tevgerên aştiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên pêwendîdar ên bajaran wê werin ziyaretkirin, dosyayen ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatine amadekirin bên pêşkêşkirin û daxwazên Kurdan bên ragihandin.

NAV-DEM'ê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku kon û standên agahdarkirinê di nava hefteyê de ziyaret bikin.

Cihê kon û standên agahdarkirinê bi vî rengî ye:

14-19'Ê ÎLONÊ

Hannover: Steintorplatz

Saarbucken: Europa Galerie

Dresden: Pêşiya Parlamenta Eyaletê

Kîel: Navenda bajêr

15-19'Ê ÎLONÊ

Hambûrg: Navenda bajêr

Erfûrt: Pêşiya Parlamenta Eyaletê

Bremen: Navenda bajêr û pêşiya parlamentê

Dusseldorf: Navenda bajêr û pêşiya Parlamenta Eyaletê

Stûttgart: Schlosplatz

Frakfûrt: Navenda bajêr

Maînz: Navenda bajêr