NAV-DEM, Partiya Şoreşger û AvEG-KON’ê ji bo meşê bang kirin
NAV-DEM, Partiya Şoreşger a Yekbûyî- Ewropa û AvEG-Kon’ê banga meşa 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê kirin.
NAV-DEM, Partiya Şoreşger a Yekbûyî- Ewropa û AvEG-Kon’ê banga meşa 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê kirin.
NAV-DEM, Partiya Şoreşger a Yekbûyî- Ewropa û AvEG-Kon’ê banga meşa 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê kirin.
NAV-DEM: 4’Ê MIJDARÊ EM HELWESTEKE BIRÛMET NÎŞAN BIDIN
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) di daxuyaniya 4’ê Mijdarê de got, ‘’Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê em hêrsa xwe divê geştir bikin’ û wiha domand: ‘’Heke em 4’ê Mijdara 2017’an, Şemiyê bi rengekî xurt tevlî meşê bibin, em dikarin li dijî dîktatoriya Erdogan, li dijî mitebeqata millî ya nîjatperestiya Tirk a AKP-MHP’ê ya ku li dijî Kurdan ava kirine bi yekîtiya netewî ya Kurd û bi giyanê azadiyê em dikarin bibêjin, ‘raweste’. Ji bo vê jî em dikarin bikin ku dewleta Elmanya jî dev ji polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan biqere.’
NAV-DEM’ê bi bomdarî banga tevlêbûnê li meşa Dusseldorfê ya 4’ê Mijdarê kir û got:
‘’Di serî de gelê Kurd ên ku li Ewropa dijîn divê hemû şoreşger, sosyalîst, hêlên demokratîk, divê li dijî zordariyê xwedî li vê helwesta rûmetdar derkevin. Ev xwedîderketin peywir û berpirsyariya namûsê, rûmetê, welatparîzî û şoreşgerbûnê ye.’’
PARTIYA ŞOREGER: BILA BIMÎNIN EM ÇOKÊ XWE LI BER WAN NAŞIKÎNIN
Partiya Şoreşger a Yekbûyî ya Ewropayê jî got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê neyê qebûlkirin û wiha domand, ‘’Bi taybetî van demên dawî li ser tenduristî û jiyana Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan fikarên me yên mezin hene.’’
Partiya Şoreşger rehîngirtina HDP’yiyan û şerê qirêjî yê li dijî Kurdan bi bîr xist û got divê ew nîşan bidin ku li dijî van kirina berxwedan heq e û ew ê çokên xwe li ber wan neşikînin.
Herî dawî hate gotin ku Ewropa jî hevkarê sûc e û banga tevlêbûna li meşa 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê li şoreşger, demokrat û pêşverûyan kir.
AvEG: 4’Ê MIJDARÊ EM BIBIN YEK
Konfederasyona Koçberên Çewisandî ya Ewropa (AvEG-kon) jî, ‘’Emperyalîstên ku bi dewleta Tirk re xwedî heman berpirsyariyê ne, derbarê jiyan û tenduristiya Ocalan divê bersivê bidin fikarên gelê Kurd, bi berpirsyarî tevbigerin û gavan bavêjin.’’
Di daxuyaniyê de qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê hate bibîrxistin û hate gotin, ‘’Li dijî kirinên antî-demokratîk ên li Tirkiyê, Kurdistanê û Ewropayê, li dijî binpêkirina mafê mirovan, li dijî geşbûna tevgerên faşîst û krîmînalîzekirina saziyên demokratîk ên koçberan divê em dengê xwe bikin yek, dest bidin hev, ji bo ku dengê me gur derkeve, em bang li hemû şoreşger, demokrat, pêşverûyan dikin ku tevlî meşa 4’ê Mijdarê bibin.’’