NAV-DEM: Em bi xurtî tevlî meşa li Dusseldorfê bibin

NAV-DEM'ê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir got, "Em têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma AKP û MHP'ê geş bikin."

NAV-DEM'ê li ser meş û mîtînga navendî ya 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Ji bo me gelekî girîng e ku em di asta herî bilind de tevlî meşa 4'ê Mijdarê ya li Dusseldorfê bibin ku çalakiyeke navendî ya ji bo gelemperiya Ewropayê ye. Li dijî tifaqa mutabaqata milî ya ku AKP/MHP û hêzên din ên faşîst ên li Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd çêkirine, di serî de gelê Kurd, divê hemû endamên meclîsa me, li gel malbatên xwe û hemû ferdên malbatê ji 7 heta 70 salî bi ruhê yekîtî û azadiyê bi xurtî tevlî çalakiyê bibin. Tevlîbûna xurt a li meşa me wê di heman demê de bibe bersivek ji polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên dewleta Elman ên li dijî saziyên me."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser qedexeya danîna standên xwarin û vexwarinê li çalakiyan û hat destnîşankirin, ku tevlîbûna xurt a li vê çalakiyê wê bandoreke mezin bike, ji bo ev qedexe careke din neyê dubarekirin.