NAV-DEM: Em berxwedana dîrokî ya li Dusseldorfê silav dikin

NAV-DEM’ê êrîşa li ser meşa Dusseldorfê şermezar kir û berxwedana Kurd û dostên wan silav kir.

NAV-DEM’ê têkildarî meşa li Dusseldorfê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt diyar kir:

“Ji bo meşa li Dusseldorfê ya ku gelek saziyan piştgirî didanê, gelê me ji gelek welatên Ewrûpayê berê xwe dan meşê.

Lê dewleta Elmanyayê ya ku her dem qala heq, edalet û demokrasiyê dike, nîşan da ku dûrî van tiştan e.

Dewleta Elmanyayê posterên rêzdar Ocalan ê ku gelê Kurd wî wekî îradeya xwe ya siyasî dibîne û alayên YPG-YPJ’ê ya ku li Rojava qehremaniyê dide nîşandan, ji xwe re kir hincet û êrîşî çalakiyê kir. Em vê êrîşa polîsan şermezar dikin.

Em vê êrîşa dewleta Elmanyayê qebûl nakin. Di warê hiqûqî û civakî de em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku li hemberî vê êrîşê alayên di destê xwe de danenîn û li ber xwe dan, em hemû gelê xwe û pêkhateyan silav dikin.

Di serî de dewleta Elmanyayê divê dewletên Ewrûpayê vê îradeya di meşê de baş binirxîne û zextên li ser gelê Kurd û siyasetmedarên wê bi dawî bike û divê hemû girtiyên siyasî yên li Elmanyayê tên darizandin jî, serbest werin berdan.

Em careke din gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên demokrat û hemû kedkarên vê meşê silav dikin.”