NAV-DEM’ê têkildarî sîxurên Tirkiyeyê yên Elmanyayê daxuyanî da

NAV-DEM’ê têkildarî sîxurên Dewleta Tirkiyeyê yên ku hewl didin siyasetmedarên Kurd bikin hedef gazî Elmanyayê kir ku bila peywira xwe bi cih bîne.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî êrîşên li dijî siyasetmedarên Kurd ên li Ewrûpayê îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku siyasetmedar, ronakbîr û nûnerên saziyên sîvîl ên Kurd li Elmanyayê di bin tehdîd û pêkutiya Komara Tirkiyeyê de dijîn û ev tişt hatin gotin, “Dewletên Ewrûpayê pêşiya tehdîd û pêkutiyan nagire û berpirsyar tevnagere. Piştî girtina Mehmet Fatîh Sayan hin peyamên ku hatine, nêzikbûna tîma înfazê diyar kir. Di heman demê de di Tîrmeha 2017’an de pêngaveke din jî hatiye deşîfrekirin. Kesê bi navê Mûstafa K. ji MÎT’ê re dixebite û siyasetmedarên Kurd kiriye hedef û ev kes têkiliya wî bi Mehmet Fatîh Sayan re jî heye. Ligel ku gelek agahiyên şênber teslîmî dozgerê Hambûrgê û yekeyên têkildar hatiye kirin jî, heta niha tu tevdîr nehatiye stendin.”

JI ELMANYAYÊ ÇI DIXWAZIN?

NAV-DEM’ê daxwazên xwe wisa rêz kir:

“Divê Elmanya têkildarî îstîxbarata Tirkiyeyê raya giştî agahdar bike. Sefaretxane, camî, komele û weqfên ku MÎT’a Tirk xwe lê cih kiriye divê lêkolîn li ser wan were kirin.

Kesên ku têkildarî mûxalîfan îstîxbaratê kom dikin divê werin dersînorkirin.

Divê hikumeta Elmanyayê kes û saziyên ku eleqeya wan bi qetlîama Parîsê heye derxe holê.”