Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

NAV-DEM’ê li dijî xurtkirina polîsan helwest nîşan da

NAV-DEM’ê li dijî yasaya ku hikûmeta Eyaleta NRW’ê we dayî û rayayeke zêde dide polîsan daxuyanî da û got ji bo ku yasa dernekeve ew ê bi derdoreke berfireh çalakiyên girseyî bikin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) li dijî yasaya ku rayeyeke zêde dide polîsan helwest nîşan da û got Hikûmeta Eyaleta NRW’ê dixwaze yasaya polîsan pir tund bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi Yasaya  Nû ya Polîsan re bêyî ku gumanek hebe wê bikaribin mirovan rawestînin, ser wan seh bikin, bêyî ku delîlek hebe wê bikaribin wan destgîr bikin, an jî girtina di nav malê de bidin. NAV-DEM’ê diyar kir ku bi yasaya nû re polîs wê bikaribin telefonan hack bikin, mesajên WhatsAppê bixwînin û adrêsa ku peyam divê biçine wê bikaribin biguherînin.

EV YASA WÊ ELMANYA BIKE DEWLETA POLÎSAN

NAV-DEM’ê bi berdewamî di daxuyaniyê de got hikûmetên Eyaletê talokeya ‘teror’ê ya texmînî û pênebaweriya di nav civakê de dike hincet û van yasayan derdixîne û domand, ‘’Ev rê wê Elmanya bi temamî bike dewleta polîsan û armanc dike ku mirovan bi temamî kontrol bike.

Ji bo vê jî em li eyaletên dî û hem jî li NRW’ê em ji Yasaya Nû ya Polîsan a NRW’ê re dibêjin, Na. Sînordarkirina mafên sereke yên bi milyonan kes, kontrolkirina giştî ya li ser navê ewlehî û civakê em qebûl nakin. Li gelek bajarên NRW’ê em ê civînên agahdarkirinê bikin. Ên ku li bajarên xwe dixwazin van civînan bkin dikarin serî li me biin.’’

‘YASA DERKEVE JÎ EM Ê LI DIJÎ WÊ TÊBIKOŞIN’

NAV-DEM’ê diyra kir ku 7’ê Tîrmeha 2018’an dema ku gotebêja li ser yasayê dest pê kir li Dusseldorfê ew ê çalakiyeke mezin bikin û got, ‘’Yasa li parlamentoyê were qebûlkirin jî, em ê qebûl nekin ku yasayên me yên sereke werin sînordarkirin, li dijî vê em ê têkoşîna xwe bidomînin.