NAV-DEM’ê ji bo Demîrcî sersaxî xwest

NAV-DEM’ê ji bo Welatparêzê Kurd Abdulhalûk Demîrcî peyama sersaxiyê da.

Komîteya Amadekar a NAV-DEM’ê ji bo Welatparêzê Kurd Abdul Halûk Demîrcî ku di rêya vegerê ya 25. Festîvala Çanda Kurd a de bi qezayekê çûyî ser dilovaniya xwe peyama sersaxiyê da.
NAV-DEM’ê wiha got:

‘’Mirina Abdulhalûk Demîrcî ku di rêya vegerê ya festîvalê de em gelekî êşandin.

Em ji bo Abdûlhalûk Demîrcî ku di çalakiya netewî de jiyana xwe ji dest dayî rehma Xwedê dixwazin, ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Sebr û semaxê ji malbatê re dixwazin. Di serî de malbata Demîrcî, serê hemû gelê me sax be.’’