NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên sibê banga tevlîbûnê kir

NAV-DEM'ê bi bîr xist ku wê sibê li gelek bajaran çalakî bêne kirin û ji bo tevlîbûnê bang kir.

NAV-DEM'ê li ser meş û xwepêşandanên sibê yên li gelek bajarên Elmanyayê li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk bêne kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn veguheriye gefeke mezin û hate gotin, "Em di nava pêvajoyeke mezin a têkoşînê de ne. Têkoşîna me ya ji bo parastina hebûnê û azadiya xwe, wê encamê diyar bike. Em bang li hemû pêkhate, meclîsên xwe, hemû gel û dostên xwe dikin ku xwe li gorî fînala têkoşîna mezin amade bikin û bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."

CIH Û DEMA ÇALAKIYAN

Cih û dema çalakiyên ku wê sibe bêne lidarxistin:

HAMBURG

Saet: 18:00
Cih: Sternschanze Bahnhof

HANNOVER

Saet:14:00
Cih: Hauptbahnhof

KIEL

Saet: 13:00
Cih: Asmus Bremerplatz

BREMERHAFEN

Saet: 13:00
Cih: Ernst-Raufer-Platz

DORTMUND

Saet: 13:00
Cih: S/U Bahnhof (Saarlandstr.) Stadthaus Dortmund

MANNHEIM

Saet: 13:00
Cih: Ehrenhof Schloss

STUTTGART

Saet: 15:30
Cih: Lautenschlagerstr. - Li pêşberî Hbf