Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên li Elmanya û Strasboûrgê bang kir

NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên li Elmanya û Strasboûrgê yên li dijî tecrîdê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), têkildarî çalakiyên li Elmanya û bajarê Strasboûrg ê Fransayê werin lidarxistin, bi sernavê "Em xwedî li vîna xwe derkevin; tecrîdê bişikînin" daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in di nava tecrîdeke giran de ye, mafên wî yên bingehîn tên binpêkirin û hat destnîşankirin, tevî vê yekê jî ji bo çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd, gelekî hewl dide.

NAV-DEM'ê ragihand, Ocalan ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn modeleke çareseriyê afirandiye û got, "Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê modela konfederalîzma demokratîk, li Tirkiyeyê jî di şexsê HDK û HDP'ê de modela Tirkieyya demokratîk afirand, ku hemû gel, nasnameyên etnîkî, bawerî û çandê cuda dikarin xwe lê îfade bikin."

NAV-DEM'ê destnîşan kir, ku bi hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an re modela Ocalan ji aliyê hemû hêzên demokratîk ve bi xurtî hatiye qebûlkirin, lê belê rejîma faşîst a AKP'ê xwe li vê ranegirtiye û dest bi komkujiyan kiriye.

Hat ragihandin, ku bi rêbazên ne kêmî faşîzma Hîtler bajarên Nisêbîn, Cizîr û Sûr ên Kurdistanê hatine xerakirin, sivîl bi saxî hatine şewitandin û hat gotin, "Desthilatdariya xwe li ser tirsê ava dike."

NAV-DEM'ê da zanîn, li Tirkiyeyê edalet, hiqûq li binê piyan e, mafên mirovan û demokrasî ji holê hatine rakirin û bal kişand ser helwesta Ewropayê ku van kiryarên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve tê.

NAV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî polîtîkaya Elmanyayê ya li dijî Kurdan û bêdengiya Ewropayê da.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, xemsariya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê li pêşberî îzolasyona giran, îmaja wê xera kiriye û bang li CPT, hemû saziyên mafên mirovan hate kirin ku bes bêdeng bin û bi erk û wezîfeya xwe rabin.

'BILA ALÎGIRÊN DEMOKRASIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

NAV-DEM'ê bang li alîgirên demokrasiyê, jin, ciwan û her kesên xwe li pêşberî nirxên mirovahiyê berpirsyar dibînin kir, ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî şer, dengê xwe ji bo aştî û demokrasiya gelan bilind bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hate kirin, ku beşdarî çalakiya 26'ê Hezîranê bi wesîleya 5. salvegera çalakiya nobedê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê û meş û mîtîngên 24'ê Hezîranê yên navendên civaka demokratîk bibin.