Civîna ku Hevserokên NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç jî tê de amade bûn, li Mala Kurdan a Kolnê hate lidarxistin.
Civînê bi rêzgirtina ji bo şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Amadekariyên herî dawî yên beriya 3. Kongreya Asayî ya ku sibehê (9’ê Gulana 2016) li bajarê Gladbach ê Elmanya wê bê lidarxistin hatin nirxandin.
Li gorî vê 235 sazî, Navendên Civakî, Meclîsên Jinan, Malbatên Winda û Mexdûr, Komên sê baweriyên Civakî yên Kurdistanê,Nûnerên Komên Êzidiyan û Elwiyan, Nûnerên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, Nûnerên Çand û Huner û Ciwanan li gorî pêwîstiyên esas, modelên rêxistinên nû û metna planên xebatê yên salane wê bên amadekirin û pêşkêşî kongreya sibehê bê kirin.
Hevserok Goksûngûr û Koç diyar kirin ku hedef dikin danezanê di çarçoveyeke rêkûpêkiya Paradîgmaya Xwerêveberiya Demokratîk de ji bo civakeke azad ava bikin,bi beşdarbûneke zêde û di asteke bilind de bê nirxandin.
Sibehê li Bajarê Bergîsch-Glandbach ê Elmanyayê, li navnîşana Eventhalle 2000, Schlodderdîcher Weg 48, di saet 10:00’an de wê kongreya bi beşdariya 800 heta 1000 delegeyan destpê bike. Di kongreyê de wê xebatên bihurî û pratîk bên gotûbêjkirin û nirxandin, wê modelên rêxistinkirinê yên li gorî ruhê pêvajoyê û hedefên nû bên diyarkirin û plana xebitînê bê destnîşankirin. Her wiha di beşên weke Spor û Çandê di deh beşên cuda de serkeftinên xebatên hatine meşandin wê di deh beşan de xelat bên dayîn.