NATO: Mûtefîkên NATO ji alîkarîkirina Îranê ya ji komên redîkal bi fikar in

Sekereterê Giştî yê NATO ku li ser nakokiyên piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudus Qasim Silêmanî û şûnde axivî got: “Mutefîkên NATO’yê ji alîkarîkirina Îranê ya komên redîkal ên li herêmê bi fikar in.”

Konseya Atlantîk a Bakur a NATO’yê ji bo nirxandinên bûyerên piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudis a girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî û şûnde rûdayîn li Brûkselê civiyan. Piştî civînê û şûnde Sekereterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg daxuyaniyek da çapemeniyê

Stoltenbger anî ziman ku divê Îran ji daxuyaniyên ku nakokiyan li herêmê zêde bike xwe dûr bixe û got: “Mutefîkên NATO’yê ji alîkarîkirina Îranê ya komên redîkal ên li herêmê bi fikar in. Divê Îran ji gavên ku nakokiyan zêde bike dûr bikeve.” Stoltenberg diyar kir ku mutefîkên NATO’yê di mijara nebûna xwediyên çekên nûkleer a Îranê hemfikirin û pêşniyarên daxistina tansyonan li Îranê kir.

Stoltenbger destnîşan kir ku mîsyona perwerdehiyê ya NATO ya li Iraqê jî sînordar kiriye, dema ku rewşa herêmê aram bû wê ji cihê mayî dewam bike.