NATO îro biryara Patriotê dide

NATO îro biryara Patriotê dide

Wezîrê Derve yê Alman Guido Westerwelle, da zanîn ku dê NATO îro biryara xwe derbarê bicihkirina sîstema fuzeyên parastina hewayî Patriotê de biryara xwe aşkere bike.

Wezîrê Derve yê Alman Guido Westerwelle, ji bo civîna du rojan a derbarê mijarê de li Brukselê berdewam kir de, li biryargeha NATO’yê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Westerwelle da zanîn ku ew ê vê daxwaza NATO’yê hefteya bê ji bo dengdanê bibin rojeva Parlementoya Almanyayê û got; “Ji bo em bikarin piştgiriyê bidin Tirkiyeyê, ev yek teqez pêwîst e.” Lê divê kar û xebatên artêşa Alman ên li derveyê welat pêşî ji aliyê Parlementoyê ve were erêkirin.

Wezîrên 28 welatên endamên NATO’yê roja sêşem û çarşemê li Brukselê ji bo vê mijarê dicivin. Di vê civînê de bicihkirina Patriotên ku ji endamên NATO’yê tenê di destê DYA , Almanya û Holandayê de ne, li ser sînorê Tirkiyeyê, tê gotûbêjkirin.

Ger biryareke erênî bê dayin, her sê welat dê biryara xwe ya dawiyê bidin.