Nasrallah: Erebîstana Siûdî çareseriyê dixetimîne
Nasrallah: Erebîstana Siûdî çareseriyê dixetimîne
Nasrallah: Erebîstana Siûdî çareseriyê dixetimîne
Sekreterê Giştî yê Hîzbûllah a Lubnanê Seyyîd Hesen Nasrallah da xuyakirin ku helwestên hin welatên Ereb rê li ber dirêjbûna krîzê vedikin û Erebîstana Siûdî hişyar kir.
Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Nasrallah, Riyad tawanbar kir ku pêşî li konferansa aştiyê ya Cenevre-2 digire, ku bi pêşniyara DYE û Rûsyayê re tê plankirin bi mijara Sûriyê pêk were.
Nasrallah got, "Cîhanê fêm kir ku di krîza Sûriyê de çareserî bi rêbaza leşkerî nabe, çareserî di diyaloga bêşert de bi siyasî dibe. Lê belê Erebîstana Siûdî hînê ji perspekîfa çareseriya bi rêya siyasî ya krîza Sûriyê, ne kêfxweş e."
Nasrallah da xuyakirin ku Riyad a bi deh hezaran şervan şand Sûriyê, ji bo Beşar Esad ji desthilatdariyê bixîne serî li hemû rê û rêbazan dide.
Nasrallah di axaftina xwe ya li televîzyonê de diyar kir ku ti çareseriyeke leşkerî ya ji bo krîza Sûriyê nîne û destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke siyasî ya xwe dispêre piştgiriya herêmî û navneteweyî, "diyaloga bêşert" divê.
Nasrallah diyar kir ku pêşîgirtina li çareseriya siyasî dê hîn bêtir rê li ber êş û azaran veke û hişyarî da ku ev rewş di serî de Lubnan wê bandoreke neyînî li tevahiya welatên cîran bike.