Nasnameya şervanê YPG’ê diyar bû

Nasnameya şervanê YPG’ê diyar bû

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şervanê wan ê di êrîşa komên çete ya li Amûdê de jiyana xwe ji dest daye Îsa Selah Gulo (Sebrî Gulo) ye.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya şervanê YPG’ê yê ku duh êvarê di encama êrîşa komên çete de jiyana xwe ji dest da aşkera kir. Li gorî daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nav: Îsa Selah Gulo

Nasnav: Sebrî Gulo

Cihê ji dayîkbûnê û dîrok: Qamişlo- 1994

Dîroka tevlîbûnê: 2011

Cenazeyê Selah Gulo wê îro li bajarê Qamişlo bi merasîmekê bê definkirin. Saziya Malbatên Şehîdan diyar kir ku merasîm wê îroe saet di 09.00’an de li ber Mizgefta Qasimo destpê bike û cenaze wê ji bir bibin Goristana Şahîd Delîl Saruxan. Saziyê banga tevlîbûna merasîmê li hemû welatiyan kir.