Nasnameya polêsê kujerê Sarisuluk hînê tê veşartin

Nasnameya polêsê kujerê Sarisuluk hînê tê veşartin

Nasnameya polêsê ku di 1'ê Hezîranê de gule berda serê Ethem Sarisuluk û doh mejiyê wî mir, hînê radestî dozgeriyê nehatiye kirin.

Muduriyeta Emniyetê ya Enqerê, tevî daxwaza dozgeriyê jî, hînê nasnameya polêsê gule berda serê Ethem Sarisuluk, radestî dozgeriya lêpirsînê nekiriye.

Parêzerên Sarisuluk, dîmenên ji qenalên televîzyonê peyda kirin, radestî dozgeriyê kirin. Wezareta Karên Hundur jî da xuyakirin ku wan dîmenên ji kamerayên MOBESE radestî dozgeriyê kirine.

Lê tevî ku di ser bûyerê re 12 roj derbas bûye û doh mejiyê Sarisuluk mir jî, hînê Muduriyeta Emniyetê nasnameya polêsê gule berda serê Sarisuluk radestî dozgeriyê nekiriye.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di 6'ê Hezîranê de nivîsek ji Muduriyeta Emniyetê ya Enqerê re şand û xwest, nasnameya polêsê mijara gotinê jê re bê şandin.

Lê belê Muduriyeta Emniyetê ya Enqerê, hînê bersiv nedaye vê daxwazê.

Parêzerê Sarisuluk Kazim Bayraktar da xuyakirin ku wan dîmenên ji televîzyonan peyda kirine, radestî dozgeriyê kirine.

Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler jî serê sibê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan dîmenên ji MOBESE radestî dozgeriyê kirine.