Nasnameya gerîlayekî di 1997'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin

Nasnameya gerîlayekî di 1997'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin

PKK'ê, nasnameya gerîlayekî di şerê navbera hêzên artêşa Tirk û gerîlayên ARGK'ê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê de hat ragihandin, ku Mehmet Dogan (Hogir Zeynel) ê di sala 1974'an de li Elbîstan a Mereşê ji dayik bû, di 19'ê Hezîrana sala 1997'an de di şerekî li Zagrosê yê di navbera hêzên artêşa Tirk û gerîlayên ARGK'ê de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Dogan ê di sala 1993'an de ji  Yewnanîstanê tevlî PKK'ê bû wezîfeya fermandariya manga dikir û di dema çalakiya li girê Selke Mirosê de jiyana xwe ji dest da.

Di nameya li ser navê komîteyê ji malbata Dogan re hat şandin de wiha hat gotin: "Ewlad û xizmê we rêhevalê me yê giranguha Hogir, êş û pirsgirêkên gelê me ji nêz ve dîtiye, ev di dilê xwe de hîs kiriye û  tevlîbûna li nav refên gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd de weke rêya dawîanîna li van pirsgirêkan dîtiye. Wî serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha. Ewladê we, rêhevalê me Hogir ê leheng û bi rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fedekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye. Di sala 19.06.1997'an de li qada Zagrosê di şerekî li hemberî hêzên dewleta Tirk de bi lehengî têkoşiya û şehîd ket.

Bila serê tevahiya gelê Kurdistanê û serê we sax be. Em dixwazin ku hûn bizanibin, em êşa we ji dil ve parve dikin û ji şehadeta hevalên xwe bi qasî we diêşin. Bi hilgirtina çek û ala wan re û bi bilindkirina têkoşînê di xeta şehîdan de, em hewl didin vê êşa xwe sivik bikin. Em ji we malbatên rêzdar hêvî dikin ku şehadeta zarokên xwe bi heman sebrê pêşwazî bikin û di heman çarçoveyê de nêzîkatiyê nîşan bidin.

Bêyî dayîna berdêlan ti gel azad nebûye û negihaştiye jiyaneke bi rûmet. Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn.

Ji ber ku hûn xwedî zarokekî, birayekî û xizmekî ewçend leheng ê mîna rêhevalê me şehîd Hogir in, hûn çiqasî bi xwe serbilind bin, kêm e. Em weke hevalên wî, timî em pê ser bilind bûn. Ji bo pêkanîna armancên wî em ê bijîn û ji bo ala wî li cihê herî bilind ê welatê demokratîk, azad-wekhev biçikînin, em ê têkoşîna wan heta dawiyê bimeşînin. Ji ber ku dema şehîdên me ev ala xwe bi şeref radestî me dikirin, ji vê rastiyê bawer bûn û bi ruhê fedaî bi ser dijmin de meşiyan. Ew çavkaniya me ya bingehîn a hêzê, ew paşeroja me, ew roja me ya îro, ew pêşeroja me ne. Bersiva herî rast a ji bo bîranîna wan, dê gelekî azad, welatekî azad be.

Wan daxwazeke din ji me nekirin. Em dizanin ku goreke gelek şehîdên me jî tine ye. Lê ji xwe wan ji me ne gor, welatekî azad xwestibûn. Ji ber vê yekê bîrdariya herî mezin a em ji wan re çêbikin, bi heybetî avakirina Kurdistana azad li navenda Rojhilata Navîn e! Yekane bîrdariya şehîdên me karibin tê de bi dilrehetî razên, ev e! Yekane soza ku em her roj dubare dikin û em ê ti carî jê venegerin jî ev e!

Weke gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in. Ji bo dawî li êşên dayikên Kurdistanê bê anîn û jiyaneke azad bi rûmet li welatê me biafirîne, em dixwazin were zanîn ku em ê di her şert û mercî de bi awayekî fedaî şer bikin û bi biryardariyeke mezin em ê têkoşînê bilind bikin. Ji dil em bawerin ku têkoşîna afirandina welatekî azad, demokratîk û aştiyane ya di xeta Rêbertiyê de, ku armanca bingehîn a şehîdên me yên leheng e, wê bi berxwedana bi heybet a gelê me mezin bibe û bigihêje serketinê.

Li ser vê bingehê careke din em dibêjin serê we sax be û silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikin."