Nasnameya gerîlayeke di 1996’an de jiyana xwe ji dest daye hat aşkerakirin
Nasnameya gerîlayeke di 1996’an de jiyana xwe ji dest daye hat aşkerakirin
Nasnameya gerîlayeke di 1996’an de jiyana xwe ji dest daye hat aşkerakirin
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya gerîlaya ARGK'ê Nazli Eroglû (Hêlîn) a di 22'ê Nîsana 1996'an de li Amedê di şerekî li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ji ber derengmayîna agahdarkirinê ya ji ber hin pirsgirêkan lêborîn ji malbatê xwest û got, "Ewlad û xizma we rêhevala me ya giranguha Hêlîn, êş û pirsgirêkên gelê me ji nêz ve dîtiye, ev di dilê xwe de hîs kiriye û tevlîbûna li nav refên gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd de weke rêya dawîanîna li van pirsgirêkan dîtiye. Wê serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha. Ewlada we, rêhevala me Hêlîn a leheng û bi rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fedekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye. Di 22'ê Nîsana 1996'an de li herêma Amedê, di şerekî li dijî hêzên dewleta Tirk a mêtînger de bi lehengî têkoşiya û şehîd ket."
Di daxuyaniyê de ji malbatê û tevahiya gelê Kurd re sersaxî hat xwestin û hat destnîşankirin, ku ti gel bêyî dayîna berdêlan negihaştiye azadî û jiyaneke bi rûmet.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn" û hat destnîşankirin, ku ew ê ji bo bicihanîna armancên wê bijîn û heta ala wê li cihê herî bilind ê welatekî azad, demokrasî û wekhev biçikînin, ew ê heta dawiyê têbikoşin.