Nasnameya gerîlayê HPG’ê yê li Amanos jiyanan xwe ji dest da aşkera bû

Hat ragihandin ku nasnameya gerîlayê HPG’ê yê li Amanos jiyana xwe ji dest da Yahya Şukro Kuto yê bi nasnav Mazlûm Dogan e. Malbata gerîlayê HPG’ê ji Efrînê hat cenaze teşhîs kirin.

Hat ragihandin ku nasnameya gerîlayê HPG’ê yê li Amanos jiyana xwe ji dest da Yahya Şukro Kuto yê bi nasnav Mazlûm Dogan e. Malbata gerîlayê HPG’ê ji Efrînê hat cenaze teşhîs kirin.

7’ê Tebaxê li çiyayên Amanos di pevçûnekê de gerîlayekî HPG’ê jiyana xwe ji dest dabû. Otopsiya cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê nasnameya wî nehatibû tespîtkirin û li morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê dihat rawestandin hat kirin. Malbata ji Efrînê hat Edeneyê bi rêveberên ÎHD, MEYA-DER û HDP’ê re hat morgê û cenaze teşhîs kir.

Malbatê got ku cenaze yê kurê wan gerîlayê HPG’ê Yahya Şukru Kuto (Mazlûm Dogan) e. Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Kuto yê HPG’yî sibe li Efrînê bê defnkirin.