Nasnameya ciwanê li Wanê hate qetilkirin diyar bû
Li Wanê di pevçûna duh derket de hate diyarkirin ku ciwanê jiyana xwe ji dest daye Haşîm Ozpolat, yê birîndar bû jî Ramazan Beyaz e.

Li Wanê duh li cadeya Mîllî Egemenlîkê di pevçûna derket de nasnameya ciwanê hate qetilkirin û yê hate birîndarkirin diyar bûn. Hate hînbûn ku navê ciwanê ku jiyana xwe ji dest daye Haşîm Ozpolat ê ji navçeya Sewerek a Rihayê ye, yê birîndar ku li nexweşxaneyeke taybet tê dermankirin jî Ramazan Beyaz ê ji heman navçeyê ye.
Xebatkarên tenduristiyê jî diyar kirin ku fikara wan a dibe ku Ramazan Beyaz ê birîndar e û xetereya wî ya jiyanê heye, heye û nirxandina "Polîsên li ber deriyê nexweşxaneyê ne her tim gefên 'em ê wî înfaz bikin' dixwin. Em bi fikar in ku ev ciwan dibe ji aliyê polîsan ve bê înfazkirin."
Cenazeyê Ozpolat li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Wanê ye û malbat jî ji bo cenaze werbigirin ber bi Wanê derketine rê.