Nasir Yagiz radestî Tirkiyeyê hate kirin
Siyasetmedarê Kurd Nasir Yagiz ji aliyê Rûsyayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Siyasetmedarê Kurd Nasir Yagiz ji aliyê Rûsyayê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Aktîvîst, siyasetmedarê Kurd û Nûnerê berê yê Hewlêrê yê HDP'ê Nasir Yagiz ku li Tirkiyeyê têkildarî wî biryara girtinê hatibû wergirtin, ji aliyê Rûsyayê ve ku serlêdana penaberiyê lê kiribû, radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Yagiz piştî ku 4 rojan li Moskowayê di binê çavan de hate hiştin, vê sibehê teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Yagiz serê sibehê anîn Balafirgeha Stenbolê, hate binçavkirin û birin Edliyeya Gazîosmanpaşayê.